Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo xweşikbûn û paqijiya bajarê xwe, darên senober û spîndarê diçînin.

Midûriyeta Hawîrdorê ya Desteya Şaredariyên Demokratîk ên Kantona Cizîrê ji bo paqijiya hawîrdorê, darên senober û sipîndarê li şêniyên bajarê Qamişlo belav dike, da li ser riyan û baxeçayan bêne çandin. Şênî bi coşeke mezin beşdarî vê xebatê bûn. Derbarê mijarê de, berpirsê beşa baxçeyan Lorîn Elî got ku dê darên senober û sipîndarê li hemû herêmên Kantona Cizîrê bêne belavkirin û got: ″Armanca ji vê yekê ew e ku bajar xweşik û paqij bibe.″ 


 QAMIŞLO