Martha Henriques ji rojnameya International Business Timesê re gotarek li ser bajarekî 4 hezar salî yê li Başûrê Kurdistanê vedîtî nivîsî. Henriques dide zanîn ku arkeologê berpirs ji kolanên arkeolojîk, ji zanîngeha bajarê Lehistanê Poznanê Rafał Koliński ecêbmayî maye ji ber mezinahiya bajêr, ji ber ku bajarên kevnar ên ji heman serdemê yên li deverê heta niha hatî dîtin, pişûktir bûn. 

Ev devera li ber çemê Zê yê li Bakurê bajarê Hewlêrê vê carê îsbat kiriye ku warê bajarekî bûye ku weke nîv xelekê ava ye ku ji keviyan ber bi navenda wê ve 300 metro dirêjahî heye. Arkeologan da zanîn ku li deverê 12 hezar eşyayên arkeolojîk hatine dîtin û pê re jî li hawêrdorê di encama lêkolînên bi alîkariya wêneyên ji satelîtan, lêkolîna mûzexane û hevpeyvîna xelkê deverê, 260 deverên din ên di heman serdemê de şên ên pişûk vedîtine. 


 HEWLÊR