
Civaka bi rengê jinê
Mijarên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin lê wekî fermî biryar nehatin girtin jî ev in; Malên Piştevaniya Parwerdehiyê li ber çavan bên derbaskirin û Malên Perwerdehiyê yê Zimanê Dayikê, li hemû şaredariyan li ser jina yekîneyên kordînasyona projeyan bê amadekerin, ji bo jinên ku weke karkerên demsalî dixebitin û koçber bûne proje bên pêşxistin, pêşiya karkeriya zarokan bê girtin, li ser mafê mîrateyê ya jinan, pêşxistina xebatên wêje û çandê, bikaranîna tîryakê, fihuş û îstîsmara zarokan ji holê bê rakirin, di serî de enerjiya roj û bayê sûdwergirtina çavkaniyên xwazayî û pêşxistina vê, li Kurdistanê pêşxistina hilberînê, avakirina bajarên ekolojîk, li dijî kes û derûdorên ahenga ekolojiyê xira dikin helwest bê nîşandan, di serî de li Nisêbînê li hemberê mayinan berxwedan bê pêşxistin. Jinan di van mijaran de ji bo Konferansa Giştî ya Jinan a Rêveberiyên Herêmî pêşnûme amadekirin.
Gavên bajarên nû diavêjin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay têkîldarî mijarê got ku tecrube û gavên ku jinên hatine bijartin derxistine holê parvekirina wan ji bo jinên ku nû tevli xebatên rêveberiyên herêmî dibin bûye mînak û wiha axivî: "Me tecrubeyên xwe parve kir. Divê em çi bikin, heta niha me çi xelet kiriye, di qadên ekolojî û polîtîkayên civakî de me nêrînên xwe parve kir." Akay anî ziman ku xebatên ku divê pêşerojê de bên kirin hatine nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "Ji îro şûnde em ê ji kêmasiyên xwe dersan derînin û bajarên xweşik û dikare bê jiyîn înşa bikin bixebitin. Di heman demê de ji bo xweseriyê jî em ê gavan bavêjin."
Ekolojî, îmar û aboriya rast
Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim jî destnîşan kir ku konferansa du rojan gelekî pêşiya wan vekiriye û wiha berdewam kir: "Ji ekolojiyê heta îmarê, ji ekonomiyê heta hemû mijarên jinan eleqeder dikin me nîqaş kir. Dema ku ez li gorî xwe binêrim ev konferansa du rojan ji bo me konferansake ku ji bo jiyana jinan, ruhê jinan û cihana jinan em ê çawa bigirin dest bû." Yildirim bilêv kir ku pêşnûmeyên di konferansê de hatine nîqaşkirin ji bo ku derbasî jiyanê bikin dê bibin şopdarên wan biryaran û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêyî em bibêjin navendên mezin an jî biçûk di konferansê de hemû biryarên hatin girtin dê bibin biryarên hemû jinên ji bo rêveberiyên herêmî hatine hilbijartin. Em ê jî bi awayeke herî baş van biryaran pêk bînin."
Rêxistinkirina jinan pêwîst e
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî diyar kir ku konferans di serî de ji bo jinên rêxistinkirî ji bo hemû jinan dê bibe hêzek û wiha axivî: "Baweriya min ew e ku li ser aborî, rêvberiyên herêmî, polîtîkayên civakî, ekolojî, mîmariya bajar pûşnûmeyên hatin amadekirin dê bi awayeke xurt pêk bê. Ji ber vê polîtîkayên me yên ekolojî û aboriyê dê baş be û hêzê bide." Kaya bilêv kir ku konferans dê ji bo wan bibe ronahî û nexşerê derxîne holê.
Hêza jinê ya di rêveberiyan de
Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr jî diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ji bo konferensa malovanî kirine û wiha got: "Konferans dê bibe wesîleya ku em feraseta xwe ya der barê rêveberiyên herêmî de li ber çavan re derbas bikin û feraseteke nû ya ji bo rêveberiyên herêmî înşa bikin."
Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs jî konferans ji bo wan gelekî girîng bûye û ev ê jî bike ku xebatên wan ê pratîkî baştir bibe. Kîlîs diyar kir ku rêveberiyên herêmî ku gavên bingehîn ê xweseriya demokratîk e dê bi îrade, sekn û dengê jinan li bajaran komunalîteyê pêş bixe.
DIHA/SÊRT