Li Bawenûra ser bi Kelarê de welatiyên dildar, bajarokê xwe paqij û bedew dikin. Ji bo vê wan komek ava kiriye, kar û projeya pêşî jî bi resm û rengan xemilandina dîwarên cihên cemawerî yên weke dibistanan bû.
BOTAN GERMİYAN / ROJNEWS / GERMIYAN
Li bajarokê Bawenûr yê ser bi navçeya Kelarê, hin dildaran dest bi pêngaveke berfireh ya ciwankarî û neqişandina dîwarên bajarokî kiriye. Endamên vê koma dildar diyar dikin ku armanca wan ew e ku bikin di nava xelkê bajarokî de karê dildarî bibe mîna çandekê.
Li bajarokê Bawenûr yê ser bi navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê, dildaran dest bi pêngaveke berfireh ya neqişandina dîwarên bajarokî bi reng û xêzan, paqijkirin û ciwankirina sembolên bajarokî kiriye.
Niha koma dildar dest bi neqişandina wêneyan li ser dîwarên dibistanên bajarokî kiriye. Bi vê yekê dilê xwendekaran xweş dikin û kêfa xwendekaran ji bo xwendinê tînin.
Yek ji endamên komê, Hejar Mihemed e. Ji bi armanca xwe û karê komê ew ji me re dibêje; “Me ev kom ava kiriye, ji bo ku em hezkirina xwe ya ji bo bajarokê xwe nîşan bidin, ji bo vê jî me dest bi ciwankirina navendên giştî yên bajarokî kiriye û me ev kom ava kiriye.”
Bi alîkariya xêrxwazên ji derveyî welêt
Di destpêkê de ev kom ji çar kesan pêk dihat. Piştre jimara endamên wê zêde bû û niha ji derveyî jinan, zilam û zarok jî cihê xwe di nava komê de digirin.
Têkildarî alîkariyên madî yên ji bo pêwîstiyên karê komê, Hejar Mihemed got; “Me ti daxwaz ji ti berpirsî û kesê nekiriye. Tenê hinek kesên xêrxwaz û xemxwurên bajarokî li derveyî welat hene, ew alîkariya madî bi me re dikin.”
Ji bo dildarî bibe çandek
Yek ji endamên din ên koma dildar, jina bi navê Suat Mihemed e. Ew qala yek ji armancên din yên komê dike û dibêje; “Armanca me ew e ku em ciwan û zarokan hem ji bo niha hem jî ji bo siberojê fêrî karê dildariyê bikin. Karê dildariyê di nava civakê de bikin çandek. Herwiha gelek jinên me hene, gelekî jêhatî ne, em dixwazin bi vê rêyê jêhatina wan jî derxin pêş.”
Ji bo xizmeta giştî
Yek ji endamên komê, ciwanê bi navê Jîlwan Elî ye. Ew jî wiha qala beşdarbûna xwe ya nava komê dike; “Ez gelekî keyfxweş im û wekî erkekê li ser milê xwe dizanim ji bo xizmetê ji bajarokê xwe re bikim. Min bi xêzkirina wêneyan li ser dîwar û navendên giştî, beşdarî li vê komê kir. Ez li vir jî bang li ciwanan dikim da ku bên û beşdarî nava komê bibin. Heta ji me were, em ê zêdetir bi awayekî dildarî karên ciwantir û mezintir ji bo xizmeta giştî bikin.”
Israra bangê ji bo siberojê ye
Ev israra banga beşdarkirina li komê ya xelkê din jî ne bele sebeb e. Kom dixwaze karên din ên dildarî ji bo xizmeta bajarokî bike. Û ev kar wê netêenê boyaxkirin û bi resm û rengan xemilandina dîwarên bajarokî be. Karê koma dildar ne tenê neqişandina wêneyan li ser dîwaran e. Di bernameya wan de heye ku di rojên pêş de karê pak kirin û hinek karên din jî bi awayekî dildarî bikin.