Rexmê êriş, dek û dolaban ji alî hêzên dagirkerên Kurdistanê, DAIŞ'ê û hêza sermeyeya nevnetewî pêşketinên mezin li Kurdistanş diqewime. Şoreşa Rojava, modêla HDP'ê ji bo jiyana siyasî û civakî, pêşketinên li dora pergala xwebirêvebiriyê li Bakurê Kurdistanê ji mînakên berbiçav û balkêş in. Ev ne tenê bûyer û pêşketinên rojane ne lê pir dîrokî û xwedî naverokeke stratejîk in, ji ber ku di sedsala 20'an pirsgirêka Kurd timî bi nasnameya etinîkî derdiket pêş. 

Lê di encama têkoşîna tevgera azadiya Gelê Kurdistanê û bi guhartina hevsengiyên siyasî di van çend salên dawî de li rojhilata Navîn êdî Kurdan ne tenê weke neteweyeke bindest tê mêzekirin her wiha bûne modêleke bi hevre jiyînê. 

Kurdan êdî ne bi mexdûriyetê dikevin rojevê lê bi pergaleke li ser binegeha demokrasî, têkoşîna cinsî, azadî û edaletê dikevin rojeva navnetewî, herêmê û ji bo Kurdan rastiyeke balkêşe. 

Ev paradigmaya nû, modêla siyasî û civakî ku hem li Bakurê Kurdistan û hem jî li Rojava Kurdistanê zorê dide pergalên antî-demokratîk, navendî û diktatoriyên li Rojhilata Navîn. 

Rojavayê Kurdistanê desthilatdarên diktatorê yê Şamê û pêşeroja Sûriye jî xistiye nava pêvajo û rewşeke nû ya bêveger. Ev rastî di Kongreya 6'mîn ya PYD'ê de pir vekirî mirov dikarîbû bibînê ku êdî modêla xwebirêvebiriya demokratîk li Rojava di pêşengtiya PYD'ê de zêdetir dibe. Serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê mora xwe li vê kongrêyê da û rexmê hemû dijberî û êrişan jî tevlîbûna hemû aliyên Kurdistanî û nûnerên partî û saziyên navnetewî bû nîşana pejirandin û serkeftina vê modêlê. 

Li Bakurê Kurdistanê yekane partiyê ku dewlet û pergala navendî neçarî guhartinên demokratîk kiriye û dike, HDPê ye. Gûrrkirina şer û êrişan ji aliyê AKP'ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê, nîşan dide ku modêla navendparêziya dewletê çi qasî nava tengasî de ye, tekane rêya çareserî di demokrasiyê de ye kû HDPê pêşengiyê dike û sinorê etinîk û mezheb derbaz kiriye. 

Heya niha me li rojhilata navîn ji bo bi rêvebirinê ji bilî modêla bi kirîz ya dewlet-netew ti molêlêke din ya demokratîk nedîtiye, ev modêl ku di dema bihorî de beşeke ji stratejiyê têkoşînê bû lê bi guhartina paradîgmayê dewlet-netew ji bo konfediralîzma demokratîk ku li Rojava û Bakurê Kurditanê di filiyetê de tê avakirinê, êdî qala modeleke alternatîf tê kirin. 

Niha li Başûrê Kuristanê kirîzeke pir kûr ya pergala rêvebiriyê û pirsgirêkên mezin di modêla partiyên siyasî de heye û li hemberê vê pergalê her roj nerazîbûnên mezin ji alî civakê tê dîtin. Em li vê beşa Kurdistanê di bin banê rêveberiyeke federal de, 24 sal in bi zimanê Kurdî dipeyvin , bi Kurdî dinivîsin, kincên Kurdî li xwe dikin, saziyên me hemû burokratiya wî bi zimanê Kurdi ye, polîs û pêşmerge,tabelayên trafîkê û her tişt bi Kurdi ye lê tenê di 3 mehên dawî de zêdetirî 40 hezar ciwan koçber bûne, nava 24 salan de zêdetirî 20 hezar jin hatine kûştin, vê herêmê nêzî 16 milyar dolar deyndar e û yekdestiya çend malbatan di alî aborî de civakê ber bi fetisandinê dibe. 

Lê tû devê kê vekî ji bo Başurê Kurdistanê dibêjin " Li Rojavayê Kurdistanê di hundirê 3 salan de qanûnên wekhev derxistin, hezaran jin di refên YPJ'ê de tevlî têkoşînê bûne û gel diparêzin û qehremantiya wan bûne mînak, kesên di rêvebiriya Kantonên Rojava de cih digirin ne tenê ji PYD'ê ne" Êdî gelê Kurd û pêkhateyên din ji gel, mezheb û herêmên cûda qebul nakin ji Hewlêr bi watayeke din ji navendê werin birêvebirin û hemû hatinên welêt di destê çend kesan de bin. Bi wataye din çiqasî ne çareserkirina pirsgirêkan sedema kirîza li Başurê Kurdistanê bê lê pêşketinên Li Bakur û Rojava Kurdistanê zorê dide alternatîvên din li vê beşa Kurdistanê.