
Komîteya Parastina Rojnamevana (Committee to Protect Journalists-CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, di lîsteya xwe ya ji bo rojnamevanên girtî de dîsa yekemîtniyê da Îranê, piştî wê Çîn û Erître ne. Li gorî lîsteyê li Îranê 42, li Erîtreyê 28, li Çînê 24, li Bûrmayê 12, li Viyetnamê 9 û li Tirkiyeyê jî 8.
Li gorî raporê rojnamevanên bi hinceta li dijî hikûmetê rabûne hatine girtin ev in; Ahmet Şik, Ahmet Birsin, Bariş Açıkel, Bedri Adanir, Hamdiye Çiftçî, Nedim Şener, Ozan Kilinç û Vedat Kûrşûn.
Vedat Kûrşûn: Rêveberê karên nivîskî yê rojnameya Azadiya Welat a Tirkiyeyê. Bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye hate tawanbarkirin û 166 sal û 6 meh ceza lê hate birîn.
Ozan Kilinç: Nûçegihanê Azadiya Welat. Bi hinceta propangandaya PKK’ê kiriye 21 sal ceza lê hate birîn û ligel Vedat Kûrşûn di Girtîgeha Amedê de ye.
Bariş Açikel: Nûçegihanê Devrim Yolunda Îşçî Koyluyê ye. Di 29 adara 2009 de hate girtin û 12 sal ceza û 78,000 TL pere ceza lê hate girîn.
Ahmet Birsin: Gün TV. Bi hinceta têkiliya wî bi PKK’ê re heye, di sala 2009 de hate girtin û 14 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Bedri Adanir: Rêveberê weşanxaneyên Hawar û Aram. Bi hinceta propagandaya PKK’ê kiriye di girtîgehê de ye.
Hamdiye Çiftçi: Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Ji pûşpera borî ve di girtîgehê de ye. Tê îdîakirin ku ligel şopandina xwepêşandanê, piştgirî daye xwepêşandana ji bo PKK’ê.
Ahmet Şik: Lêkolîner û rojnamevanê serbest. Ji ber pirtûka xwe ya bi navê Ergenekon û Îmam’in Ordusu (artêşa meleyan) ji meha adarê ve girtî ye.
Nedim Şener: ji rojnameya Postayê. Der barê Hrant Dînk de pirtûk nivîsandiye û bi hinceta têkiliya li gel Ergenekonê hatiye girtin.
ANF/NEW YORK
Ji RSF’ê bo Zarakolû banga piştgiriyê
Rêxistina Rojnamvanên Sînornenas (RSF) got; “Rewşa tenduristiya Ragip Zarakolûyê 63 salî ne baş e. Pêwîstiya me bi alîkariya we heye” û ji bo azadiya wî dest bi kampanyaya piştgiriyê kir.
RSF’ê da diyarkirin ku Zarakolû weke rojnamevan û parêzvaneke navdar ê mafê mirovan ê cîhanê tê zanîn û got; “Ew jî bûye qûrbanê bi şaşî karanîna ‘zagona terorîzmê’ ya hikûmeta Tirk.”