
Berî grêv dest pê bike hêzên dewletê avahiya DBP’ê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Bi avahiya DBP’ê ve pankarta mezin a “Heta ku bi Birêz Ocalan re hevditin bê kirin em di grêva bêdem û bêdorveger dene” hat daliqandin. Li salona Konferansê ya Vedat Aydin ku çalakiya grêvê lê dest pê kir jî pankarta “Em ji ber tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Bila bi lezgîn hevditin bên kirin” û “Azadiya Ocalan azadiya me ye” hat vekirin. Dîsa posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Daxuyaniyê bi tilîlî û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Gelek rojnamevanan çalakî şopand.
Berdilk ên bi wêneyên Ocalan
Çalakvanên ku ketin grêva birçîbûnê berdilkên ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin.Li gel çalakvanan wekilên HDP’ê hevserokên partî û şaredariyan, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Berî ku daxuyani bê dayîn Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, der barê girîngî û wateya çalakiyê de axivî. Guven, anî ziman ku heta ew agahî ji Ocalan bistînin û hevdîtin pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin.
‘Me ti agahî bi dest nexistiye’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel li ser navê pêkhateyan daxuyanî xwend û got: “Me di 31’ê Tebaxa 2016’an de bi nûnerên gel ên bijartî, hevserokên partî û saziyan re daxuyaniyek hevpar dan. Me diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 18 salin bi setan serê xwe di yek hucreyê de di bin tecrîda giran de ye. Dîsa me diyar kir ku Birêz Ocalan ji 5’ê Nisana 2015’an heta niha tu agahî jê nayê girtin. Me fikarên xwe bi raya giştî re parve kir. Bi taybetî piştî darbeya 15’ê Tîrmehê li dijî Birêz Ocalan êrîşa fîîlî pêk hat. 52 roj der bas bûn me ti agahiyên şênber û yek agahiya objektif bi dest nexist.”‘Tecrîd nayê qebûl kirin’
Tûncel, di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Ocalan ji bo pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe aştiya mayinde pêş bikeve li gel tecrîda giran di zindana Îmraliyê de 18 sal in li ber xwe dide û wiha got: “Piştî diyaloga di salên 2013-2015’an de bi Ocalan re pêk hat nîşan da ku aştî û çareseriya demokratîk pêkan e. Lê piştî deklerasyona 28’ê Sibatê ku derbasî muzakereyan bûbaya pêvajo hat bidawî kirin û dîsa êşa giran dest pê kir. Sedema vê yekê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîd ji bo mirovahî, demokrasî û azadiyê nayê qebûlkirin.”Bi 50 nûnerî dest pê kir
Tûncel da zanîn ku ew van pêkanînên dij zagonî, dij hiqûq û li dijî mirovahiyê ku li ser Ocalan pêk tên nikarin qebûl bikin û diyar kir, bila kes ji wan nepê ku vê êrîşa li ser vîna gel qekûl bikin. Tûncel destnîşan kir ku 510 rojin tecrîd didome û hemû hewldanên hiqûqî, zagonî û mirovî yên ji bo rakirina tecrîdê hatine pûçkirin û wiha got: “Hikûmetê hemû hewldan vala derxist. Malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê nikare bi Birêz Ocalan re hevdîtin bike. Ji bo ku dîsa malbat, parêzer û heyet karibe bi Ocalan re hevdîtin bike û em karibin agahiyek teqez û saxlem jê bigirin em bi 50 kesên dildar ji îro (doh) 5’ê Îlonê û şûnde dest bi greva bêdem û bêdorveger dest grêva birçîbûnê dikin. Daxwaza me hevdîtina bi Birêz Ocalan a di çarçoveya hiqûq û mirovahiyê de ye.
Ji roja ku îlana çalakiyê heta niha ti gav nehatine avêtin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li dora çalakiya 50 kesan bibin xelek û çalakiyê li her derê belav bikin. Divê me hemû li azadiya xwe xwedî derkevin û çalakiyê mezin bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora çalakiya mafdar û rewa kom bibin û di nava piştevaniyê de bin.”
Tûncel, piştî daxuyaniyê navê 50 kesên ketin grêvê yek bi yek xwend û dest bi çalakiyê kirin. n ANF/AMED
Navê beşdarên çalakiyê
Navên 50 kesên tevlî grêva birçîbûnê bûne diyar bûn. Grêva birçîbûnê ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were wergirtin, tê lidarxistin.Bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin çalakiya grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger tê lidarxistin. Navên 50 çalakgeran diyar bûn. Di nava çalakgeran de Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay û Cengîz Çîçek jî hene.
Beşdarên grêvê ev in: Nadir Yildirim, Selma Irmak, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan, Ferhat Encu, Ebru Gunay, Cengîz Çîçek, Sebahat Tuncel, Gulcîhan Şîmşek, Zeynel Mat, Mehmet Candemîr, Ugur Bayrak, Zekî Baran, Murat Doner, Leyla Guven, Hasîp Yalniç, Zeynep Karaman, Ceylan Bagriyanik, Berfîn Emektar, Îbrahîm Halîl Yildirim, Nazim Hîkmet Çalişkan, Abdullah Tarhan, Zeynel Dogan, Îslam Dagdevîren, Bekîr Kaya, Mehmet Alî Tunç, Bêrîtan Tayan, Bayram Demîr, Bêrîvan Ozlem Kutlu, Yildiz Çetîn, Rukiye Eryilmaz, Hasan Gungor, Zelal Abîş Bîrtane, Hayrettîn Satar, Huseyîn Çelîk, Necmî Dîlmaç, Bayram Akman, Abdulkadîr Çalişkan, Siyamend Yaruk, Arîf Akkaya, Abbas Ercan, Arzu Karaman, Elîf Haram, Semra Karaduman, Talat Emre, Rifat Ronî, Sînan Ekîncî, Nalan Goze, Yusuf Ziya Yavuz, Yusuf Sokmen.