Înternasyonalîst di çarçoveya projeya “Make Rojava Green Again (Rojava ji nû ve heşîn bike)” de li Cenevreyê civiyan. Ciwanan serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Koçak kir û got, tecrîd wê bi piştevaniyê ji holê bê rakirin.

Bi pêşengiya Komuna Înternasyonalîst a Rojava, ji gelek welatên Ewropayê ciwan di çarçoveya projeya “Make Rojava Green Again” de civiyan. Ciwanan li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê kampek ji bo 2 rojan çêkir.

Komuna Înternasyonalîst a Rojava, tevî hewldanên xwe yên ji bo afirandina qadên nû yên jiyanê li Rojava, alîkariyê dide çandina daran li Rojava û karê ji bo kooperatîfa ekolojîk jî dike.

Di civîna du rojan de, li ser karên ji bo Rojava divê werin kirin, nîqaş hate kirin.

Avakirina raya giştî girîng e

Ciwanên înternasyonalîst piştî civîna du rojan, serdana Mehmet Alî Koçak kir ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 55 roj in li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê di greva birçîbûnê ya bêdem-nedorveger de ye.

Ciwanan li ser grevên birçîbûnê agahî ji Koçak wergirtin û wan diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan ku pêşengê Şoreşa Rojava ye, ne ya qebûlkirinê ye. Ciwanan destnîşan kir, nêrînên Ocalan ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo civakan hemûyan gelekî girîng e û ji bo bidawîkirina tecrîdê bal kişand ser girîngiya afirandina raya giştî ya navneteweyî.

Ciwanan da xuyakirin ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana grevên birçîbûnê, piştevaniyê xurt bikin û wan bang li civaka navneteweyî kir da ku bêhtir bala xwe bide ser vê mijarê.

Ruhê yekîtiyê wê tecrîdê ji holê rake

Koçak kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana ciwanan anî ziman û got, “Ev piştevanî hêz û moralê dide me. Em pê bawer dikin ku ev piştevanî û ruhê yekîtiyê wê dawiyê li tecrîdê bîne. Ya ku îro me li dora heman armancê digihîne hev, ruh û paradîgmaya Rêberê me ye.”

 

ANF / CENEVRE