Li gorî ku nûçegihanên ANHA’yê ji çavkaniyên bajarê Minbicê girtiye, balafriên şer ên Koalîsyona Navnetewî ev 4 roj in baragehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.

Balafirnan baragehên çeteyan ên li Dibistana Zîraha, Sînaha, Bazara Bajêr û Avahiya Mezin, herwiha keraca El-Cezîrê û du avahiyên çeteyan bobmebaran kirin.

Gundiyan wekî mertalên zindî bikar tînin

Heman çavkaniyan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ji bajêr direvin û ber bi gundên derdorê ve diçin. Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê, gundiyan wekî mertalên zindî ji xwe re bikar tînin. Bombebarana li dijî van baragehan hê jî dewam dike.

Beriya niha jî hemwelatiyên bajarê Minbicê ji ber zordariya çeteyan bangewazî li şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kirin da ku werin û wan xelas bikin.

MINBIC