Gundê Bênê yê ji aliyê komên li ser navê OSO tevdigerin hate dagirkirin,  ji aliyê Rejîma Baas a Sûriyeyê ve bi balafirên şer hat bombebarankirin. Gudnê Bênê yê girêdayê nahiyeya Şêrawa ya Efrînê ku di 25’ê Gulanê de bi êrîşên komên çete re vegueherî qada şer, doh saet di 10.00’an de ji aliyê Balafirên şer yên Baasê ve hate bombebarankirin. Di bombebaranê de 6 kurdên sivîl birîndar bûn.

Piştî gund ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin, gundiyan ji bo komên çete prostesto bikin û wan ji gundê xwe derbixin serî hildan. Di encama nerazîbûn û serhildana gundiyan de komên çete derketin derveyî gund û gule berdan ser gel. Komên çete paşê şêniyên gund bi zor û zextê di nava gund de komkirin û hin kes dîl girtin.

Şer û pevçûn didomin

Li navçeya Şerêwa ya Efrînê jî pêr jî şerên dijwar hebûn. Çavkaniyên leşkerî yên YPG ragihandin ku di navbera YPG’ê û komên çekdar de li derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrewa şer rû daye. Hat diyarkirin ku di vî şerî de 9 endamên çete yên girêdayî Artêşa Azad hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûn. Her wiha 4 wesayît ku yek ji wan doçka li ser barkirîbû û hin çek ji aliyê YPG’ê ve hate desteserkirin. Hate diyarkirin ku şervanekî  YPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.

Zevî hatin şewitandin

Li aliyekî din YPG’ê hêza xwe li gundê Bênê belav kir û dest danî ser avahiyekê ku sekvanên Artêşa Azad beriya niha li dijî welatiyan bikar dianîn. Hate diyar kir ku, li derdora gundên Basilê û Aqîbê yên heman navçeyê bi dehan hektar zeviyên ceh û genim ji ber topên hawanê ku komên çekdar diavêjin hatin şewitandin. Çavkaniyê YPG diyar kirin ku şer û pevçûnên derketine ji ber çalakiya YPG’ê ji bo rizgarkirina gundên ku di bin destên komên çekdar de mane û di encamê vî şerî de şervanê YPG’ê Xebat Efrîn jiyana xwe ji dest daye.

Li Şêxmeqsûd êrîş

Li taxa Helebê ya Şêxmeqsud, di navbera leşkerên rejîma Suriyê ‪ku dixwestin bikevin taxê û hêzên YPG'ê de pevçûn derketin‬. Navenda Çapameniyê ya YPG´ê der barê mijarê de daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku doh hêzên rejîme hewl daye ku ‪El Ewarit û Meqselêt Cezîre yên taxa Şêxmeqsud bikevin‬ nava taxê. ‪Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv daye û pevçûn derketiye. YPG´ê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.‬ ‪Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî pevçûnê hêzên dewletê ji Navenda Ceyş El Şeebî û Qişte Meheleb taxa Şêxmeqsud topbaran kiriye û car caran jî pevçûn diqewimin. ‬YPG´ê di daxuyaniyê de got, "Em nahêlin ku ti hêz li hemberî destketiyên gelê kurd destdirêjiyê bike.

ANHA/EFRÎN




Ji ber ambargoyê aş vekirin


Li Efrînê û navçeyên wê piştî ambargoya tê meşandin, welatî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Ji ber ambargoyê piştî bi dehan salan aş hatin vekirin.
Girtina deriyê sînor ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li ser Rojava dike. Ji ber gelek kurdên ji şer mexdûr bûnê koçî Efrînê kirine, bi zêdebûna nûfusê re bandora ambargoyê li vir berfirehtir e. Lê xelkê Efrînê dîsa jî li hemberî ambargoyê li ber xwe dide. Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê piştî ku li ser herêmê ambargo hate girankirin, bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên welatiyan, aşê ku ev 70 sal bûn nedihat bikaranîn, ji nû ve hate vekirin. Aşê li gundê Bafilorê, berê bi avê dihat şixulandin, lê hate veguherandin û niha bi mazotê kar dike. Aş 24 saetan vekiriye û rojê 5-6 ton ard dihêre.  Xwediyê aş Silêman Omer, diyar kir ku piştî aşên modern derketin, êdî aşên avê hatin rawestandin, lê niha ji ber ambargoyê wan dîsa ev aş vekiriye. Omer destnîşan kir ku pirsgirêka wan a sereke pirsgirêka mazotê û ya teknîkî ye û wiha got: "Ji ber ku rê girtî ne, mazot peyda nabe û em nikarin parçeyên motorê jî bi hêsanî bibînin. Dema aş xirab dibe em zehmetiyan dikişînin."

Şervanê YPG’ê hate oxirkirin

Cenazeyê ‪şervanê YPG,’ê Xebat Efrîn ku di şerê di navbera şervanên YPG'ê û komên çete yên Artêşa Azad li gundê Bêne ya ‪Navçeya Şêrawa de jiyana xwe jidest da ji aliyê deh hezaran kesan ve‬ li navçeya Cindirêsê hate definkirin. Bi deh hezaran kes ‪li pêşiya Saziya Malbatên
Şehîdan kom bûn û cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Efrîn ber bi Goristana Şehîd Seydo ya gundê Kefersefra ya Navçeya Cindêrisa Efrînê ve birêkirin‬. Cenazeyê Xebat Efrîn ‪piştî merasîma leşkerî li Goristana Şehîd Seydo hate veşartin. ‬