Balafirên şer ên dewleta Tirk pêr herêmên Berbizina û Sininê yên girêdayî herêma Xinêre ya Herêmên Parastina Medya bombebaran kirin. Li gor agahiyên ji herêmê hatin girtin, pêr saet di 13.30’an de balafirên şer dest bi firîna li ser herêma Xinêre kirin, saet 17.00’an de jî dest bi bombebarana herêmên Berbizina û Sininê kirin. Bombebaran heya saet 19.00’an dewam kir, liv û tevgera balafiran a li ser herêmê heya saet 21.00’an berdewam kir. Der barê encama bombebaranê de ti agahî nehat girtin.
Êrîşî şehîdgehên gerîla kir
Her wiha pêr artêşa Tirk ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi top û hewanan herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya topbaran kir. Di topbaranê de Şehîdgeha Xakûrkê hat hedef girtin. Li gor agahiyên ji herêmê hatin girtin, li şehîdgehê texrîbat çêbûye.
ANF/BEHDÎNAN