Karakeçîlî der barê projeya xwe de ev tişt anî ziman: “Çawa ku Shakespear û Romeo û Julieta Rojava hebe, Ehmedê Xanî û Mem û Zîna Mezopotamyayê jî heye. Evîn evîn e. Li Rojhilat jî û li Rojava jî heye, lê şêwaza jiyan û evînê cuda ne…”
Karakeçîlî ku niha Serokatiya Saziya Hunerê ya Gel a Torontoyê dike diyar dike ku proje di meha nîsanê de dest pê kiriye û hê jî berdewam dike. Proje folklora kevneşopiya kurdan û baleyê tîne ba hevdu, bi wateyeke din, çand û kevneşopiyên kurdan bi teknîkên Rojava dixemilîne. Karakeçîlî dixwaze çanda kurdan ji formaya kevneşopî, derbasî formaya modern bike û çanda Kurdan bi feresata çanda Rojava vebibêje.
Karakeçîlî wiha dibêje: “Evîn evîn e. Li Rojhilat jî û li Rojava jî heye, lê şêwazê jiyan evînê cuda ne” û vê şîroveyê dike: “Jiyîna naverok û şîroveya wê cuda ye, bi evîna Mem û Zînê re dildarî û fedekariyê, fedekariyek ku mirov bikaribe xwe di ber de bikuje dertê pêş û em vê ligel çanda xweser a kurdan derdixînin ser dike.”
Ji 11 welatan û ji 4 olan
Projeya dansê ji 11 welatan, ji 4 olên cuda û ji gelek rengan mirov tîne cem hev. Xwendekarên Karakeçîlî projeyê dertînin ser dikê, hinek ji wan jî xwendekarên zanîngehên York, Toronto û Ryerson û akademîsyenên ku doktorayê dikin in. Gelo, projeya dansê çawa pêk hat? Dema Karakeçîlî behsa vê dike, çîroka hatina xwe ya Torontoyê vedibêje: “Wekî gelek hunermend û akademîsyenan, Mem û Zîn di dilê min de jî hebû, min jî xwest bi muzîk û dansê derbixim ser dikê. Dema min li Tirkiyeyê Hîndekariya Perwerdeyê dikir min navê dansên Kurdî wekî navê resen di bernameya xwe de bi cih dikir. Tenê ji ber nasnameya min a etnîkî, nehiştin ez di zanîngehên Tirkiyeyê de doktoratiyê bikim, „
MAXIME AZADÎ - ANF - TORONTO