Di semînerê de Baluken dîroka fermî ya dewleta Tirk ku dibêje 1071´an li Melezgirê di navbera Selçuqîyan û Bizansiyan de şerekî giran qewimiye, derewand û di vê demê de li Melazgirê ti şerekî bi vî hawî neqewimiye.  

Li Şaxa Diyarbekirê ya Weqfa Îsmail Beşikçi du hefteyan carekê li ser çand, huner û dîroka Kurdan semîner tên lidarxistin. Vê hefteyê jî akademîsyenê dîroknas Yusuf Baluken bi moderetoriya Muhammet Gozutok, semînerek organîze kir ku mijara wê ‘’Dîyarbekir Di Serdema Merwaniyan De’’ bû. Baluken di destpêka semînerê de diyar kir ku navê Merwan di nav Kurdan de navekî belav e û li ser dîroka wî navî ya di nav Kurdan de got: “Merwan kurê Mihemed, xelîfeyê dawî yê Emewiyan bûye. Jê re digotin, Merwanê Kerr. Diya wî Kurmanceke ji Cizîrê bûye. Piştî ku dewleta Emewiyan hilweşiyaye, Merwan kurê Mihemed reviya hatiye ba xalanê xwe. Kurd li xwarziyê xwe xwedî derketine û navê wî jî ji wê demê ve wer li zaroyên xwe kirine.” Dewleta Merwanî (990-1085) navê xwe ji Merwan kurê Kek girtiye. Baluken destnîşan kir ku ji ber ku cara pêşîn zavayê Merwan, Baz kurê Dostik li ser navê xwe pere daye derbkirin, û damezirînerê dewletê jî ew tê hesibandin. 

Kurd 1100 sal berê li Mûsilê bûn 

Baluken nîqaşên nû yên li ser demografiya Mûsilê jî bibîrxistin û got: “Hin kes niha dibêjin, çi karê Kurdan li Mûsilê heye, Kurdan 1100 salan beriya niha li wî bajarî li ser navê xwe pere dane derbkirin. Hemû pereyên Merwaniyan zîv in. Tenê dewletên ku bûne împaratorî diravên zêrî dane derbkirin.” Baluken diyar kir ku Merwaniyan her wiha li Amedê li gundê Enbarê jî pere dane derbkirin: “Enbar gundekî li ser rêya Farqînê-Licê ye. Ew gund dereng hat tesbîtkirin. Berê dîroknasan digot, qey ew Enbara Iraqê ye. Lê sînorê Merwaniyan negêhiştibû wê derê. Paşê eşkere bû ku ev Enbara Amedê ye.’’ 

15 heb bircên Amedê ji nû ve ava kirine

Li ser serdema herî baş a Merwaniyan Baluken got: “Serdema Nasruddewle serdema herî baş a Merwaniyan e. Paytexta Merwaniyan Farqîn ji nû ve ava kiriye. Li hêla Batmanê li qerexa Çemê Batmanê bajarê Nasriyye wek havîngeh ava kiriye. Ji bilî vê, li sûrên Amedê bircên nû ava kiriye. Merwaniyan nêzî 15 heb bircên Amedê ji nû ve ava kirine. Birca herî bi heybet Birca Keçan e ku ew jî dîsa Nasruddewle ava kiriye. Li ser Çemê Enbarê pireke bîst derî daye çêkirin. Li Farqînê nexweşxaneyeke mezin daye avakirin. Ji vê nexweşxaneyê tebîbên navdar û pispor derhatine.” 

Li Melazgirê ti şer neqewimiye

Li gorî dîroka fermî ya dewleta Tirk, di 26´ê Tebaxa 1071´an de li Melazgirê, di navbera Selçuqîyan û Bizansiyan de şerekî giran qewimiye û di encama vî şerî de ‘deriyên Anatoliyê’ ji Tirkan re vebûne. Baluken ew dîroka fermî derewand û got: “Ji bo Alparslan û sala 1071´ê hemû dîroknasên Tirkan derewan dikin, di dewra Merwaniyan de ti şer li Melazgirê neqewimiye. Şer li Rehwayê bûye, di navbera Bedlîs û Tetwanê de ye ev der.” Baluken her wiha diyar kir ku pirraniya karkerên ku di çêkirina avahiyên Merwaniyan de xebitîne, ne Misilman bûne. Baluken got: “Merwaniyan bi çavên neteweperest li karan nenihêrîye, bi kê re hîkmet hebûye bi wan re xebitîne, ji wan îstîfade kirine. Ji ber ku bi kesên ne-misilman re xebitîne dîroknasên Îslamê, Merwanîyan rexne dikin.”


 AMED