Li Meqamê Koçberan ê li Berlînê herçî wergera ji Tirkiye, ketiye destê klîkeke nîjadperestên Tirk. Nûçegihanê me Fehmî Katar ji Berlînê radigihîne ku ji ber vê klîka nijadperest miracaetên penaberiyê yên gelek Kurdên ku li Tirkiyeyê rastî ceyazên girtîgehê hatine, tên red kirin û wiha cih dide gotinên mexdûrê bi navê Tamer Yilmaz yê ji Kurdistanê: “Wergêrê Tirk tevahiya dema îfadeya min a doza penaberiyê de zext li min kir, wergera şaş kir. Wî ez provoke kirim û kir ku ez û memûrê Elman bên hemberî hev. Tevî ku min behsa miameleya xirab a girtîgeh û dadgehên Tirk a beramberî xwe jî kir, wan miameleya sûcdarekî bi min re kir. Berpirsekî ewlekariyê danîn ber derî û bi carekê weke ku li dadgeha dewleta faşîst a Tirk bim, min xwe hîs kir.”


Ev tenê yek ji mexdûrên Kurd e

Li Tirkiyeyê 9 sal cezayê girtîgehê li Taner Yilmaz hatiye birrîn, ji ber wê jî beriya salekê li Elmanyayê doza penaberiyê kiriye. Ew bi tenê yek ji mexdûrên vê klîka nijadperest a Tirk e.


Ajan ketine her qul û qewarê

Di nava teşkîlata polîsê Elman de polîsên bi eslê xwe Tirk ên ji MÎT´a Tirkiyeyê re dixebitin, Di Yekîtiya Tirk-Îslam a Karên Diyaneta Tirk (DITIB) de îmamên sîxûriyê dikin, mamosteyên qaşo dersa Tirkî didin, ên girêdayî konsolosên Tirk ên ku propagandaya nijadperestiya Tirk dikin û sîxuriyê dikin, û gelek kesên din ên ku di saziyên dewleta Elman de kar dikin û sîxuriyê ji dewlata Tirk re dikin hene.

Beriya bi demeke kurt derketibû holê ku xebatkarên Tirk ên di Buroya Penaber û Koçberan a Elman (BAMF) de agahiyên li ser penaberên ji Tirkiyeyê gihandine dewleta Tirk. Ev kes ji kar hatin avêtin. Li gorî kovara Der Spiegelê hejmara van 17 bû û ev kes nêzî MÎT û AKPê bûne.


Ev tenê lê lê ye

Lê belê ev tenê ya derketiye holê ye, li gorî agahiyên ji gelek çavkaniyan, hin ji xebatkarên li BAMF´a li Berlînê û wergêrên wê yên ji bo zimanê Tirkî ji komeke nijadperest a Tirk in ku weke mafyayê dixebite.


Bi serpereştiya ulkucuyan

Çavkaniyeke demeke dirêj ji BAMF´ê re  wergêrî kiriye li ser mijarê dibêje, “Demeke dirêj girtina kar a wergêrên Tirk di destê kesekî de bû ku xwe eşkere weke, ulkucu, ango nijadperestê Tirk bi nav dikir. Vî kesî, mirovên nêzî xwe kirin kar, bi vê jî fêr dibû ka kê ji Tirkiyeyê doza penaberiyê kiriye, ka van kesan di doza penaberiyê de îfadeyeke çawa daye.”


Doza wergêrên Kurd bikin

Fehmî Katar dibêje, çavkaniya wî  gotiye, BAMF ji ber zêdebûna dozên penaberiyê dikare têra xwe kontrolê bike û dibêje, “Wergêrên Tirk dikarîn zextê bikin li dijberên AKP´ê û Kurdên doza penaberiyê dikin. Rêya şaş dan ber wan, ji ber vê yekê em ji hemû penaberên Kurd re dibêjin, pêşniyaz dikin, heta ji we tê îfadeya xwe bi Kurdî bidin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN