Di demekê de ku li Sûriyeyê şer û pevçûnên di navbera artêşa rejîmê û ya azad de gihaye asta herî dijwar de, sekreterê giştî yê Netweyên Yekbûyî Ban Kî Mon bang li aliyên şer kir û ew riya dane ber xwe dê tu çareseriyê ji bo vî welatî bi xwe re neyne. Ban Kî Mon got ku herdu aliyên şer ên li Sûriyeyê ji xwe re şer û pevçûnê wekî çareserî dibînin lê ev rêya ku dane ber xwe ne rêya raste û ne rêya çareseriyê ye. Ban Kî Mon got ku ew dema dîmenên şer êli vî welatî dibîne gelekî xemgîn dibe û ji wan pevçûnên dijwar jî xuya dike ku aliyên şer rêya şer û pevçûnan wekî çareserî ji xwe re hilbijartine.
Her wiha wezîrê karên derve yê Îranê Alî Ekber Salihî di srdana xwe ya Sûriyeyê de bi rayedarên hikûmetê û serodewletê Sûriye Beşar Esed re hevdîtin pêk anîn. Salihî piştî hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re da xuyakirin ku çareserî ne ji derve tê ew bi tenê dikare di nava malbata sûrî de pêk bê û bi ser bikeve. Welatên din jî tenê karin piştgirî û lihevkirinê bike di nava endamên vê malbatê de.  Beşar Esad jî anî ziman ku ew şerê dibe ne tenê li dijî Sûriyeyê dibe lê armanca wan hemû welatên ku ‘eniya berxwedanê’ temsîl dikin e. Eniya berxwedanê li gorî Esad Sûriye, Hizbullah û Îranê ye ku li dijî Israîlê şer dikin.
Ji aliyekî din ve di dema ku ev nûçe dihate amadekirin de welatên ku navê ‘Hevalbendên Gelê Sûriyeyê’ li xwe dikin li Holandayê amadekariya kongreya xwe dikirin. Ev civîn ji bo goftûgoyên derbarê ambargoyên nû yên ku dê li dijî rejîma Esed bên kirin tê lidarxistin.

Ji Rûsyayê alîkariya zad

Rûsyaya ku ji alî gelek welatan bi alîkarî û piştgiriya rejîma Esad tê binavkirin vê carê j îli gorî hin nûçeyan ew dê ne çekan lê alîkariya xwarinê bişîne Sûriyeyê. Wezîrê Rûsiyayê yê kar û barên rewşa awarte ragehand ku ew dê bi balefirên barhilgir alîkariyên mirovî bişînin Sûriyeyê. Li gorî nûçeyekê hatiye belavkirin ku wezîrê Rûsiyayê yê kar û barê rewşa awarte daye zanîn ku hikûmeta Rûsyayê biryar standiye ku ew dê 38 ton alîkariya mirovî bi balefirên barhilgir bişînin Sûriyeyê. Wezîrê Rûsiyayê aşkera kir ku ew kereseyên mirovî ji (şekir, masî, goşt, şîrê zarokan û xwarinên hazir) pêk tê. Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov berya niha rexne li komkara welartên Ereb kiribû ku, ew ji aliyê şandina alîkariyên mirovî kêm mane. 

ŞAM