Li Rojhilata Navîn, em dibînin, dema aliyek an jî kesek mubadereyeke xêrê bike û gav biavêje, dibe ku gelek alî û dewrûber, xwediyê mubadereyê zeîf an jî kêm bibînin. Lê ya rastî, aliyê dilnizm û xwedî nirx aliyê mubadereyê ye. Ji bo çareyê aliyê gava pêşî diavêje, ew alî ye, mezin e, pêşbîn e, û xwedî feraset e.
Her roj em nûçe û analîzên der barê yekîtiya neteweyî ya kurd de dibînin û dixwînin. Ew nûçe, piranî li ser civîn û danûstendinên der barê yekîtiyê de ne. Her alî hincetên xwe tîne ziman û rexneyê li aliyê din dike. Mafê her kesî heye rexneya xwe bike. Lê gelê kurd an jî kurdistanî jî mafê xwe heye, rexne li aliyên siyasî bike û ji wan daxwaza parastina nirx û rûmetên neteweyî bike. Mafê gelê Kurd heye doza yekîtiya neteweyî bike. Gelê Kurd rojane êş û azaran dikişîne. Pê hesiya ye ku êşa dikişîne ji ber tinebûna yekîtiyê ye. Ma ne nemir Ehmedê Xanî jî ev şîret li wan kiriye û heq e, ew jî vê bixwazin.
Di vê dema dawî de li Rojavayê Kurdistanê, QSDê di vî warî de bi erkekê radibe û ji bo aliyên siyasî yên kurd bîne cem hev ketiye nava tevgerê. Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi xwe bi vê mijarê re mijûl dibe û di vê merhela hesas de hewl dide aliyan hemûyan li hev bicivîne; li dora nirxên şoreşê û erkên neteweyî bîne cem hev. Jixwe di beyanatan de ev qonaxa nazik a ji bo gelê Kurd tê destnîşankirin.
Rêber Apo digot; “Eger mirovek bi temamî ketibe nava çiravê û mûyekî bi tenê yê serê wî mabe ez hewl didim rizgar bikim.” Hewldanên QSD’ê jî vê gotinê tîne bîra me. Lê divê ev gav zû bêne avêtin hê dereng nebûye. Xebatên bi vî rengî wê nehêle hinek Kurd ji aliyê dijmin û dagirkeran ve bêne bikaranîn. Hinek dewrûber û kes heta qirikê ketine nava çiravê. Bi rê û rabazên dewlemend divê ev kes ji nava vê çiravê bêne derxistin.
Hin alî û kesayetên siyasî ji bo hewldan û bangên QSD’ê dibêjin; “Em destekê didin van hewldanan û piştgiriyê dikin”. Gelo yekîtiya neteweyî tenê bi piştgiriyê çêdibe? Ma ne divê ew jî werin û tev li vê xebatê bibin?
Ya ku niha li Rojavayê Kurdistanê hewcedarî pê heye; li bin banekî avakirina saziyeke siyasî ya biryardanê ye. Ger aliyên siyasî li bin banekî hevpar ê kurdî kom bibin wê demê ew ê gelê kurd jî vî banî û biryarên li bin vî banî bêne dayîn erê bike. Ji bilî vê ne mumkîn e ku di warê neteweyî de gavên berbiçav ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bên avêtin. Ji ber ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd çareya herî berbiçav e. Çawa ku Ehmedê Xanî yê nemir jî îşaret pê kiriye; wê ji bo gelê Kurd û kurdistaniyan bibe deriyê felat û xilasiyê.
Her aliyekî siyasî, hunerî, leşkerî û hwd, divê xwe berpirsyarê vê pêvajoyê bibîne. Di vî warî de yek ji mînakên berbiçav rewş û berxwedana li Kobanê ye. Êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê û li hember vê êrişê berxwedana heyî rihê neteweyî mezin kir. Ango dema berxwedan hebe serketin heye û ev jî di heman demê de nîşaneya yekîtiya rihê neteweyî ye. Li Kobanê ji ber ku rihê neteweyî xurt bû û berxwedana zarokên gelê Kurd pir mezin bû, gelê kurd jî li dunyayê mezintir kir. Bi gotineke din tifaq berxwedan e, û ew jî bi xwe re rihekî mezin ê hevgirtî diafirîne. Kesî ji tifaq û hevgirtinê zirar nedîtiye, berevajî yên bê tifaq û hevgirtin zirar dîtine, li çongên xwe xistine, êş û azar kişandine. Gelê me têra xwe êş û azar kişandin. Ji bo ev bi dawî bibin, yekîtî û hevgirtin erkekî lezgîn e, divê dereng nemîne.