
Komxebata ji aliyê Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMBO) a bi navê "Komxebata Zaravên Teknîk" a bi hevkariya TZPKurdî li ser zaravên teknîk û zanîstî 4 rojan berdewam kir, encamnameya xwe weşand.
Komxebata ji aliyê Yekîtiya Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMBO) a bi navê "Komxebata Zaravên Teknîk" a bi hevkariya TZPKurdî li ser zaravên teknîk û zanîstî 4 rojan berdewam kir bi dawî bû. Endezyaran encamnameya xwe bi daxuyaniyekê weşand. Di komxebata ku di navbera 12-15'ê gulana 2012'an de li Sumerparqê pêk hat de zêdeyî 40, zimanzan, nivîskar, pispor, hîndekar endezyar û serokên odeyên girêdayî TMMOB'ê amade bûn. Ji Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa û Tirkiyeyê gelek kesên li ser zimanê Kurdî xebat kirin û bi taybet jî li ser vê komxebatê demek dirêje xebatê dikin tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de Serokê Ensîtutiya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, Zimanzan Samî Tan, Sekreterê ÎKK'ê Necatî Pîrîncîoglu û gelek kesên din jî amade bûn. Di komxebatê de li ser 10 hezar peyvên teknîkî yên di qada endezyariyê de nîqaş hatin meşandin. Endezyar û zimanzanên ji 4 perçeyan hatin nêrîn û ramanên xwe di komxebatê de anîn ziman û ji bo standarbûna zimanê Kurd nîqaş meşandin. Di dawiya komxebatê de encamnameyek hate amadekirin û hate weşandin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ziman tenê ne alaveke ragihandina nav mirovan e, ziman di heman demê de ji bo pêşketina hişmendiya mirovan, ji bo manewiyata mirovan, ji bo hilberîna civakan, ji bo fikir û ramanan, ji bo nirxandin û şîroveyan, tehlîl û çesipandinan de xwedî roleke sereke ye. Di encamnameyê da hate destnîşankirin ku di her warî de pêşketina civakan bi pêşketina zimên ve girêdayî ye û piştî şerê cihanê yê yekemîn bi parçebûna welatê Kurdan desthilatdarên çarparçeyan bi zext, zor û polîtikayên pişaftinê pêşî li pêşketina zimanê Kurdî girtine.
Xalên encamnameyê
Di komxebatê de encamek wisa derket
- Em di serî de dikarin bibêjin; vê komxebatê nîşan da ku xebatên zimên kedeke mezin û demeke domdar dixwazin.
- Bi demê re di zimanan de hinek guherin bi pêş dikevin, mirov dikare bibêje ku pênc sedemên sereke yên van guherînan hene;
-Bi derketina zaravên teknikî yên nû
-Bi bandora zimanên serdest û yên têkildar
-Bi pêşketina fikir û ramanên nû,
-Bi pêşketina weşanên teknîkî,
-Bi pêşketina zanistiyên bi ziman ve têkildar.'
- Hewce ye ku em jî pêşî li guherînên neyînî yên li ser zimanê xwe bigirin û zimanê xwe li gorî hişmendî û paradîgmya civaka xwe ya nû, bi peyvên nû dagirin û di her warî de termînolojiya xwe ava bikin, vê termînolojiya xwe di her qada jiyanê de bi kar bînin.
- Em ji bîr nekin ku her civak tenê dikare bi zimanê xwe çand, dîrok, nasname û tevahiya dewlemendiya xwe biparêze.
- Ziman bingeha sazîbûna civakê ye. Ji ber ku di civakê de her mirov di serî de vê saziyê nas dike û tevahiya saziyan bi ser vê sazîbûnê re ava dibe û bi pêş dikeve.
- Lewre em dikarin bi hêsanî bibêjin ku teşedayîna ziman, teşedayîna civakê ye. Bihêzbûna ziman, bihêzbûna civakê ye.
- Em hêvî û daxwaz dikin ku di her çar parçeyên Kurdistanê de astengî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
- Em ji gel rayedarên her çar parçeyan daxwaz dikin ku di karên xwe yên teknîkî de zaravên Kurdî bi kar bînin û pêşî li qirêjbûna zimanê xwe yê qedîm û birûmet bigirin.
- Bi saya vê komxebatê me gelek cerebe bi dest xistin. Hat fêmkirin ku ev xebat xebateke domdirêj e. Ji ber vê jî berdewamiya wê ji aliyê delegeyan ve hatiye erêkirin.
DÎHA/AMED