Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin û bi komkujiyan berê xwe da gel, bi deh hezaran Êzîdî xwe li çiyayê Şengalê girtin. DAIŞ‘ê li Şengal a dagir kir û gelek gundan komkujî kir. Asta komkujiyê hînê nediyar e. Bi deh hezaran Êzidiyên karîbûn birevin, xwe li bajarên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê girtin. Ji Êzidiyên xwe li çiyayê Şengalê girtin piraniya wan zarok û temendirêj herî kêm 80 kes ji tî û nêza jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku hînê bi sedan Êzidiyên ji navenda Şengalê û nuqteyên cuda yên gundan derketine çiyayê Şengalê û lê asê mane hene. Nayê zanîn ka vana dijîn yan na. Piştî YPG sînor rakir û di navbera herêmên Sinûnê û Dever korîdoreke ewle vekir û bi hawara gelê Şengalê hat, Êzîdiyên li gundên li qûntarên çiyayê Şengalê biryar dan li nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê şer bikin. Lîderên eşîrên Êzidî yên li Şengalê ragiştine çekan û li dijî DAIŞ’ê şer dikin bang li ciwanên Êzidî yên koçkirine kirin û xwestin vegerin û parastina xaka xwe bikin.


´Em ji vir naçin´

Casim Elyas yek ji welatiyên ku li gundê Adika yê li qûntarê çiyayê Şengalê bi diya xwe, hevsera xwe û zarokê xwe yê 1 salî re gundê xwe neterikandî ye. Elyas dibêje, “Li vir mirovek bi tenê jî nemîne, ezê gundê xwe neterikînim. Em li vî gundî du malbat man. Her du malbatan jî rahişt çekan û em li ber xwe didin. Fîşeka dawî jî em ji xwe re dihêlin. Heta em nemirin, emê ji vir dernekevin.” Êzidiyên li gundên di navbera Sinûnê û Şengalê de dijîn jî çek hilgirtin û ewlekariya xwe dikin. Êzidiyên ji 20 heta 65 salî ku li ketin û derketina gund nuqteyên kontrolê danîn, 24 saetan wesayîtên tên û diçin kontrol dikin û hewl didin nehêlin DAIŞ xwe bigihîne vê herêmê. Bi sedan keç û xortên Êzidî yên tevî refên YPG’ê bûne, li qûntarên çiyayê Şengalê ketine çeperan û bi hev re nobedê digirin.

´Koçberî ne jiyan e´

Diyar Xidir ê li ser serê çiyayê Şengalê bi gerîlayên YPG û HPG’ê re nobedê digire, yek ji kesên Şengalê naterikîne ye. Xidir diyar kir ku malbata wî di destê DAIŞ’ê de ye û bi tenê ew ji êrîşê filitiye û got, “Malbata min di destê wan de ye. Eger ez wan terkî mirinê bikim, ezê çawa karibim bijîm? Çeka me, cebilxaneya me tinebû, lewma me nekarîbû şer bikira û em reviyan. Lê me niha çek hilgirtin û li vir di nava şer de me. Li şûna ku gundê lê çêbûme û malbata xwe biterikînim, min biryar da şer bikim.” Xidir li ser çeka doçka ya li girê herî bilind ê çiyayê Şengalê hatiye bicihkirin disekine. Yek ji wan kesan e ku li refên herî pêş ê şer cih digire.

´Bila ciwan vegerin´

Lîderê eşîra Mala Zero Bedel Xelef Kasim jî li gundê Kolka yê li qûntarên Çiyayê Şengalê ye da zanîn ku bi rahiştina çekan re ew li herêma Sinûnê û Deverê bi YPG’ê re li dijî DAIŞ’ê şer dikin û destnîşan kir ku endamên eşîra wan ên çek hilgirtine, hînê li Sinûnê di şer de ne. Kasim ragihand ku li çiyayê Şengalê Pêşmergeyên PDK’ê hebûn û berprisyarê Şengalê Serbest Bapîrî xiyanet li wan kiriye û reviyaye û got, “Hêza me ya karibe li ber xwe bide nebû. Destê me vala bû. Çeka me tinebû, lewma bi awayekî komî em hatin qirkirin. Me niha rahiştin çekan. Em bimirin jî emê dest ji çiyayê Şengalê bernedin. Ev der gora me ye, tirba me ye. Bi gotina Allahû Ekber diketin gundên me û êrîş dikirin. Em bimirin jî emê baweriya xwe neguherînin. 72 ferman rabûn me baweriya xwe neguhert, em ê niha jî neguherînin.”

´Em tola xwe hilînin´

Yek ji rûspiyên Êzidiyan ê li gundê Kolka Xidir Bro Seydo jî diyar kir ku ew hatine di nava berxwedanê de şer bikin û ev banga li welatiyên neçar mane ji Şengalê birevin kir: “Ciwanên me yên ku malbatên xwe bi awayekî ewle li kampan bicih kirin, bila werin û em van bênamûsan ji xaka xwe derînin. Ancax bi vî awayî em dikarin namûsa Şengal û Êzidiyan rizgar bikin. Bila werin ku em Şengalê rizgar bikin, welatê xwe azad bikin. Em tola xwe ji wan hilînin. Bila mal û milkên xwe ji kesî re nehêlin. Bi alîkariya YPG’ê re înşalleh emê wan ji vir derxînin. Daxwaza me ya yekan e ew e ku ciwanên me yên vegeriyane bila vegerin û şer bikin. Bi namûs û şerefa xwe bên. Li xaka bav û kalên xwe vegerin.”

80 salî ye şer dike
Yek ji Êzîdiyên li Şengalê rahiştiye çekê Şerro Bro yê 80 salî ye. Bi çeka xwe ya bi marka Bruno ya Îtalî ku zêdeyî 50 sal in li gel wî ye, tevî berxwedanê bûye. Bro diyar kir ku ew li navenda Şengalê diman, dema hêzên hikûmetê reviyan ew bêparastin mane û li ser vê yekê rahiştiye çeka xwe û derketiye serê çiyê. Bro got, “Li deşt û geliyan em qetil kirin. Ji malbata min zêdeyî 15 kes kuştin. Çi bi serê yên din hatiye nizanim. Hînê bêhna cesedên mirovan ji hin geliyan tê. Miriyê mirov û heywanan tevlîhev bûne. Eger hikûmet li cem me cih bigirta wellehî billehî meyê şer bikira. Em ne tirsonek in. Lê belê em bi tenê hiştin. Li cîhanê hebûna min a yekane ev çeka min e. Heta ku em ji min neqere ez ê dest jê bernedim.”



AHMET SUMBUL/ŞENGAL