Nûnerên Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên li Civata Dewletên Serbixwe, Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd li Rûsyayê, Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan li Moskowayê (Mezopotamya), Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê (Viyan), Yekîtiya Karsaziyên Kurd li Rûsyayê, nûnerên KNK û PYD’ê yên li Rûsyayê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî amade bû.

Di daxuyaniya hevpar de bang li Rûsya, welatên rojavayî û hêzên din ên navneteweyî hat kirin, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin, ku serketina li Minbicê hat bidestxistin û rizgarkirina beşek din a ji xaka Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ‘ê, qonaxeke nû daye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewletên statukoparêz Îran, rejîma Esad û dewleta Tirk xwe li vê serketinê ranegirtine û bi hev re dest bi êrîşê kirine.”


‘Hedefa êrîşan federasyona demokatîk e’

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê li Hesekê û Şedadê û dagirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, rastiya vê hevkariyê raxistiye pêş çavan û hat gotin, “Ev dagirkerî li dijî gelê Kurd, gelên Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û sîstema federasyona demokratîk hatiye kirin. Weke hedefa duyemîn jî li dijî temamiya gelên Sûriyeyê hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, “Weke saziyên Kurd ên li federasyona Rûsyayê, em bawer in ku çareseriya pirsgirêkên li herêmê ancax bi azadiya Rêber Apo dibe.”


ANF/MOSKOVA