Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê derbarê binpêkirina hin komên bi ser Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê û ENKS’ê ve ji agirbesta li Sûriyeyê re daxuyaniyek da.
Hevbendiya Niştîmanî bang li Netewên Yekbûyî kir ku yekser destwerdanê bike da ku kiryarên komên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê û ENKS’ê yên li bakurê Helebê, Taxa Şêxmeqsûd bide sekinandin.
Hevbendiyê da xuyakirin ku komên çekdar êrîşî gundewarê Efrînê û herêma El-Şehbaa dikin û gaza kîmyewî bikar tînin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku Komîteyeke Lêpirsînê bişîne herêmê da ku vê yekê lêkolîn bike û sûcdaran ceza bike.
Di daxuyaniya hevbendiyê de hat gotin ku bêyî beşdariya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku nûnertiya pêkhateyên ji Şedadê hetanî Helebê dike, tu caran danûstandinên aştiyê biser nakevin.
Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê ji Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Taybet bi Sûriyeyê Staffan De Mistura daxwaz kir ku ji bin bandora dewletên herêmê yên wekî Tirkiyeyê derkeve. Hevbendiyê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi dûrxistina MSD’ê ji danûstandinên aştiyê astengiyan derxîne.
EFRÎN