Gel tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê li ber xwe dide û heta niha bi alîkariyên ku ji Rojava dihatin û di dema korîdor vekiribûn de li ser piyan diman. Serokê TEVDA Seîd Hesen Seîd diyar kir ku tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê gel ji bo ku dest ji axa xwe bernede amade ye ku berdêlê bide. Seîd der barê rewşa Êzidiyan de axivî û diyar kir ku mirovên ku li wir dimînin, dixwazin li wir bimînin û wiha got: “Em keda kesên ku li vir mane pîroz dikin. Îro mirovên li vir mane ji bo ku ol û çanda xwe bidomînin îrade û fikra xwe li vir man."

Pêwîstî pir in

Seid diyar ki ku wan wek tevgera TEVDA’yê dît ku bi sedan Êzîdî yên li Çiyayê Şengalê bi qirkirinê re rû bi rûne, van mirovan jî ev dîtin. Seid wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo berdewama Êzîdiyatiyê, ji bo ku çanda wan tune nebe, çiyayê Şengalê tercih kirin. Çiyayê Şengalê ji bo gel gelek pîroz e. Ji ber vê sedemê mirovên li vir dimînin, em wateyê didin ked, berxwedana wan û em pîroz dibînin. Em wek TEVDA’yê li vir xebatên gel dimeşînin û xurekê belav dikin. Em bi gel re civînan pêk tînin. Ji aliyê TEVDA’yê ve hejmara malbatên ku hatin qeydkirin 1446 e. Li Çiyayê Şengalê di navbera 10-12 hezarî de mirov hene. Di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Pêwistî bi kon, cil û berg û pêlavan heye.”

Ji Rojava alîkarî tê
Seîd destnîşan kir ku alîkariyên civakî û jiyanî yên li vir hatine kirin ji aliyê TEVDA’yê ve hatine kirin û heta niha ev mirov bi van alîkariyan li ser piyan mane. Seîd da zanîn ku ew wek TEVDA’yê heta niha di xizmeta gelê xwe de bûn, wê xizmeta xwe bidomînin û axaftina xwe wiha dewam kir, "Ji vedana konan bigirin heta belavkirina xurekê hevalên me yên TEVDA’yê kirin. Dîsa civîn û xebatên rêxistinkirinê jî em dimeşînin. Me li her kampê komîsyonek rêxistin kir. Ji bilî vê saziyên li Rojava ji bo me dibin alîkar. Dema ku korîdor vekiribû gelek alîkariya wan ji bo me çêbû. Alîkariyên hatine vir tenê ji Rojava hatine. "

Zivistan zû hat

Serokê TEVDA yê bibîrxist ku îsal zivistan zû hat çiyayê Şengalê û barek zêde barî. Seid wiha got: "Baran zêde barî. Malbatên li vir mane ji sedî 85 bê kon in. Zarok di bin baranê de dimînin û cil û bergên wan kêm in. Ji sedî 50’î zarok bê pêlav in. Dîsa jî bi bawerî û îradeya xwe li vir in. Alîkariya ku tê xwestin hê negihiştiye. Tenê alîkariyên ji Rojava hatine gihiştine. Alîkariyên ji aliyê gelê me yê Kurd ve hatiye berhevkirin, gihiştin vir. Ji bilî vê ji aliyê hikûmeta Federal a Kurdistanê ve jî alîkariyên biçûk hatin kirin. Hewcedariya wan têr nehatiye çareserkirin. Alîkariyên pir biçûk bûn. Divê her kes xwe berpirs bibîne. Ev peywira me ya mirovahiyê ye. Bi taybet hikûmeta Bexda û hikûmeta Federal a Kurdistanê divê li dijî vî gelê li vir berpirs tevbigere. Hewcederiya vî gelî amûrên zivistanê heye."


DILŞÊR ERNESTO /ÇIYAYÊ ŞENGALÊ