
KNK’ê di daxuyaniyê de got; “Di detspêka sedsala bîstûyekê de gelê Kurd dibin qirkirineke hovane re derbas dibin. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li darî çavên cîhanê, bi kiryarên faşîzan gelê Kurd qir dike. Hemberî ku cîhanê, komkujî wek sucê mirovahiyê qebûl kiriye, li hemberî kiryarên hovane yên dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê bê deng dimîne.”
KNK’ê got; “Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, herî dawî di encama operasyonên leşkerî de, ku çekên kîmyewî jî di nav de, her cûre çekan bikar tîne, 24 cesed birin Meletyê. Li gorî mikur hatina dozgerê Komarê jî, ev mirov bê çek in û bedena wan bi awayekî hovane hatiye parçekirin.”
KNK’ê ragihand ku ji aliyekî ve komkujî, ji aliyê din ve lîstina bi cesedên mirovên kutşî sucê mirovahiyê ne û wiha domand; “Di nava 30 salên şerê Azadiya Gelê Kurd de, dewleta Tirk û desthilatdariyên Tirkiyeyê, bi kar anîne rêbaz û çekên qedexe, cografya Kurdistanê kirin gorîstana gorên komî. Ev rastî bi dehan car hate îspatkirin. Di şerê 30 salî de, hêzên artêşa Tirk li hemberî gerilayên Kurd, çekên kimyewî jî di nav de her cûre çekên qedexe bikaranîn û ev rastî bi tehlîlên rabuatura jî hate îspatkirin û di çapemeniya Ewropa de cih girt, heyetên pêwnedîdar ji bo lêprisîn û lêkolînan çûne Tirkiyeyê û Kurdistanê. Dîsa dibin pêşengiya desthilatdariya AKPê de, ji bilî operasyonên eskerî, ku her cûre çekên qedexe tên bikaranîn; operasyonên qirkirina siyasî jî tên meşandin. Di şerê seferberî û qirkirina siyasî de, zarok, parêzerên mafên mirovan, nunerên saziyên sifîl, jinên 80 salî, rojnamevan, siyasetmedar, parlamenter têne binçavkirin û girtin. Asimilasyona ku 80 sal in berdewam dike, gihaye asta herî dijwar. Ev teva sucên mirovahiyê ne.”
KNK’ê got; “Ev sucên mirovahiyê teva, bi ferman û fetwayên rayedarên desthilatdariya AKPê, Serokwezîr Erdogan û serokkomar Abdullah Gul de û di rengê faşîzmeke vekirî de tên meşandin “ û wiha domand; “Rayedarên AKPê, Erdogan û Gul, vekirî û bê perwa fermanên qirkirina gelê Kurd û tolhildana kîndarî didin.”
KNK’ê bal kişand “Lê mixabin raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî yên pêwendîdar û NY dengê xwe der nayêxin” û got; “Îro bi fermanên faşîzan û siyaseta kîndariya tolhildanî, Cenazeli Meletyê têne girtin. Ev komkujiya herî dawî ya li hemberî gelê Kurd e û bi mikurhatina dozgerê Komarê, ev mirov bê çek in û bedena wan hatiye parçekirin. Cîhana ku, çekên kimyewî, komkujî, kiryarên faşîzan, asimilasyon, di şeran de lîstina bi cesedên kuştiyan wek sucê mirovahiyê dibîne, mixabin di kiryarên dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê de bêdeng e. Balkêş e ku, gelek hêzên global û pêşengên cîhana global, di kiryarên faşîzan û komkujiya gelê Kurd de, dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê destek dikin û dibine hevparê sucê mirovahiyê.”
KNK’ê destnîşan kir ku divê Kurd, helwesta kîndarî û tolhildana di çarçoveya qirkirinê de û dibin pêşengiya desthilatdariya AKP’ê, Erdogan û Gul de tê meşandin bibînin û fêm bikin û got; “Pêwiste ew kes û derdorên ligel desthilatdariya AKPê bûne pirpirêkên berjewendiyan, rastiya gelê xwe bibînin û fêm bikin.”
'Divê li şehîdan xwedî derkevin'
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; Divê ku gelê Kurd, li çar parçeyan, li Ewropa û her cih û warê lê dijîn, di asta herî dijwar û bilind de dijberiya xwe, li dijî kiryarên faşîzan û komkujiyê destnîşan bikin. Dive ku gelê Kurd, li cesedên parçekirî yên 24 kesên ku dewleta Tirk nasnameya wan eşkere nake xwedî derbikeve û hêrsa xwe têkoşîna şorşegerî nîşan bide.
Em weke KNKe, êşa gelê xwe û êşa malbatên kesên hatine qetilkirin bi hestên berxwedanê parve dikin û dibêjin, serê malbat û gelê Kurd teva sax be.”
KNK bang kir; “Pêwiste were zanîn ku, dijmin şerekî serferberî û kîndariya faşîzan a qirkirinê daye destpêkirin. Dijberî û şerê li dijî faşîzmê pîroz e û rewa ye, di heman demê de parastina nirxên mirovahiyê ye. Divê ku gelê Kurd, bi giyanê şorşegerî ber xwe bide û destketiyên xwe biparêze.”
ANF/BRURSKEL