Di daxuyaniyê de bal hat kişandin zext, zordarî, girtin û krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê û hat gotin, “Îro li Elmanyayê tiştên herî qirêj û namerdî li ser ciwanên Kurd tên ferzkirin. Dixwazin sîxurî, narkotîk û çetebûyînê bixin nava ciwanên Kurd. Bi kurtasî ji her alî ve êrîş tê kirin.” Navenda Yekitiya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî, ji bo meşa 9’ê Tîrmehê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê li dijî hevkariya dewletên Tirk û Elman tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.  


 DUSSELDORF