Li ser bîranîna Prof. Dr. Andreas Buro ê beriya bi salekê jiyana xwe ji dest dabû, roja yekşemê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê Konferanseke Aşîtiya Siyasî hate lidarxistin. IPPNW (Yekîtiya Bijîjkên Navnetewî yên li dijî çekên Atomî), Komitee fur Grundrechte (Komîta ji bo mafên bingehîn), Dialogkreis (Rêxistina teşwîqa diyalogê) û Friedens,-und Zukunftswerkstatt (Komxebata Aştî û Siberojê) bi hev re konferans organîze kir, nûnerên saziyan, zanyar û pisporan li ser pirsgirêkên navcivakî û navdewletî nîqaşa çareseriyê kir.
Ji IPPNW´ê Dr. Gisela Penteker bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdan ên wek Sûr, Nisêbîn, Gever û Cizîrê û ragihand ku ji ber êrişan zêdeyî 500 hezar hemwelatiyê Kurd koçber bûne. Mamosteyê Zanîngeha Mannheimê Prof. Dr. Werner Ruf jî daxwaz kir ku demildest qedexekirina PKKê were rakirin û bi berpirsên aliyên nakokiyan re peywendî were danîn û muxateb werin girtin.
Nûnerê Dialogkreis û Pro Humanitatê Memo Şahîn jî di gotara xwe de bi berfirehî li ser rewşa Kurdistanê rawestiya û astengiyên dewleta Elman derbarê rêxistin û Komeleyên Kurdan de nîşan dan. Memo Şahîn, hewldanên Andreas Buro ji bo aşîtiya di navbera Kurd û Tirkan de bi bîr xist û axaftina xwe bi bangewaziya Andreas Buro a derbarê xwedîderketina li Projeya Rojava de, bi dawî anî.
Lêkolînvan û pispor Prof. Dr. Egbert Jahn, Prof. Dr. Hanne-Margret Birckenbach û Dr. Volker Boge jî li ser Nakokî, Şer, Aşîtî û Hewldanên Çareseriyê gotarên xwe pêşkeş kirin.
MEHMET ATAC/FRANKFURT