Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinan (YPS-JIN) di navbera 29-31’ê Adarê de konferansa xwe ya pêşî pêk anî. Rêxistinê di encamnameya konferansê de bang kir ku di nav çarçoweya xweparastinê de têkoşîn were geşkirin. 

YPS-JIN di encamnameya konferansê de bal kişande ser van xalant: “Di konferansa me de berxwedanên dîrokî yên bajaran bi berfirehî hatine nîqaşkirin, bi taybetî hatiye destnîşankirin ku qirkirin û zexta li ser Kurdan hatiye asta herî jor û em di pêvajoyeke tije tundî de derbas dibin. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku geşedanên dîrokî ku konsepta şer bi her hêlê hatiye tundkirin, di pêvajoyê berê de jî hatine jiyîn. 

Di hemû nîqaşên konferansa me de hate gotin berxwedanên bajaran gaveke dîrokî ye. Aşkere hate dîtin ku di vê pêvajoyê de bi têkoşîneke pir xurt şerê şoreşgerî yê gel dest pêk iriye. Di vê serdemê de ku di têkoşîna azadiyê de giyanê seferberiyê yê mezin pêk hatiye, jin, ciwan, yixtiyar bi hezaran mirovên welatparêz xwe ji bo qadên ku xweserî lê hatin ragihandin kirin mertal û di nav hêza parastinê de cihê xwe girtine û bi vê hêlê ve jî serdemeke dîrokî hatiye jiyîn.


Ji ber kêmasiyan rexnedayin

Di konferansa me de pêvajoyên berê bi giştî hatine nirxandin li ser kêmasiyan rexne hatiye dayin û tiştên ku siberojê divê werin kirin hatine destnîşankirin. Di dema berxwedanê de, dema ku dastanên dîrokî dihatin afirandin, hatiye dîtin ku hêzên parastinê yên Bakurê Kurdistanê YPS, YPS-JIN di vê pêvajoyê de misyona dîrokî ya li ser milê xwe, hewl dane ku şayanî wê bi cih bînin.

Konferansa me bi rengê ku ji hemû jinan re bibe bang ku li dor hêza xwe-parastina jinê bicivin, di nav baxçeyê xwe-parastinê ya gulan de ku diriyên wê zêde û tûj in û sîstema zilam-serweriyê newêre dest lê bidiyê, cih bigirin. Li ser vê zemînê konferansa me bang li hemû jinan dike ku di refên YPS-JIN’ê de, li ser zemîna xweprastinê xwe rêxistinî bikin û têkoşînê geş bikin.


Tevlêbûna wê rengê pêvajoyê diyar bike

Di encamê de hatiye destnîşankirin ku tevlêbûna me ya jinan a li vê pêvajoyê wê rengê pêvajoyê diyar bike. 

Di konferansê de ku pêvajoya berxwedanê bi berfirehî hatiye nirxandin, tespîta wê hatiye kirin ku pêvajoya berxwedanê fermandarên xwe jî afirandine. Ji bo ku Şehîd hevrê Ekîn Van şehîda pêşî ya berxwedanê ye û pêşengiya serdemeke nû kiriye û  Şehîd Rûken Hoser ji bo ku fermandariya ked, berxwedan û xeta azadiya jinê kiriye, heval Şehîd Zeryan  ji bo ku temsîla berxwedana xwerêveberiyê û temsîla rihê fermandariya YPS-JINê dike, sembolê şehîdên berxwedanê yên xwerêveberiyê hatine qebûlkirin.

Hatiye derbirîn ku li dor temsîla giyanê fermandariya berxwedanên xwerêveberiyê, li dor sembolên xeta şehîdên berxwedaniya xwerêveberiyê wê li dor têkoşînê li hev asêbûnek çêbibe. Konferansa me ya bi şiyara ‘Bi jinên berxwedêr, ber bi Kurdistana xweser ve” hate lidarxistin, bi rengekî serketî qediya.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN