Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) li dijî êrîşên çeteyan ên bi piştgiriya hêzên derve li hemberî Kobanê tên kirin, bang li Kurd, demokrat, hêzên pêşverû û şoreşger ên li Ewropayê kir ku bi lez bikevin nava tevgerê.

KCD-E di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên li hemberî Kantona Kobanê yên çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya derve tên kirin û wiha got: “Dewletên Îran, Tirkiye û rejîma Sûriye yên pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûyînê çareser nakin, nikarin xwe li destkeftiyên Kurdan û gelên din ên li Rojava rabigirin û rejîma Sûriyeyê li pişt van êrîşan hene. Herî zêde jî dewlet Tirk a di dijminatiya Kurdan de pêşengiyê dike van êrîşan sor dike. Êdî bi awayekî zelal derketiye holê ku êrîşkar taşeronên Tirkiyeyê ne.
Tê xwestin ku jiyana azad û rêveberiya xwe bi xwe ya Kurdan û gelên din ên pê re dijîn, ji holê bê rakirin. Dewleta Tirk bi helwesta xwe ya li hemberî Rojava, herî dawî jî bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kobanê careke din nîşan daye ku li gel hemû hewldanên erênî yên aliyê Kurdan  jî li bakurê Kurdistanê ji bo çareseriyê gav neavêtiye.”

'Kobanê bi tenê nehêlin'

KCD-E di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku berxwedana dîrokî ya gelê Rojava li dijî êrîşan silavdikin û wiha hat gotin: “Kurdistanî û saziyên me yên li Ewropayê dê Kobanê û gelê Rojava bi tenê nehêlin. Şoreşa Rojava, statu û destketiyên li wir, destketiyên çar parçeyên Kurdistanê ne.
Di heman demê de pêşeroja Sûriyeyê û Rojhilata Navîn a demokratîk e, modela wê ya şênber e. Eger Kobanê û bi giştî jî Rojava winda bike, wê hemû parçeyên Kurdistanê, tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn winda bike. Ji ber vê yekê divê her welatparêz, demokrat û şoreşger li gel Rojava cihe xwe bigirin û îro bi wayekî şênber li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bi lezgînî bikevin nava tevgerê. Ji ber vê yekê di serî de Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, em bang li hemû hêzên pêşverû, demokratîk, azadîparêz, wekhevîparêz, şoreşger, raya giştî û dostên me yên Ewropî dikin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê.”


'Derkevin qadan'
KCD-E bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kir ku li her qada lê ne, li dijî hovîtiya li Kobanê dest bi çalakiyên girseyî bikin û li qada siyasî, dîplomatîk bikevin nava tevgerê û wiha gotin: “Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Yekitiya Ewroa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku li hemberî van êrîşên ku qirkirina Kurdan dixwazin û sûcê li dijî mirovahiyê li hemberî Kurdan dikin, bikevin nava tevgerê. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku hurmetê nîşanî tercîh û vîna jiyana bi rêbaza demokratîk a gelên Rojava bide û rêveberiyên kantonên li wir nas bikin.”    

Ji Otonomiya Kurd piştgirî

Desteya Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da berxwedana gelê Kurd ê li Kobanê. Di daxuyaniyê de êrîşên hêzên çeteyên li dijî gelê Kobanê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û hêzên alîkarî didin van çeteyan jî hatin lanetkirin.
Daxuyaniya ku hatiye weşandin wihaye; “Lê gelê Kurd êdî biryara afirandina jiyana azad a xweser girtiye, di pêkanîna wê biryarê de gelek bedel daye û hê jî dide. Divê herkes bizanibe ku gelê Kurd ketiye rêya bêveger û heta negihîje serkeftinê dest ji doza azadiyê bernade.
Îro xwedîderketina li Kobanê tê wateya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê, xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê tê wateya xwedîderketina li her çar parçeyên Kurdistanê, keda Serok Apo, cangoriyên azadiyê û tevahiya gelê Kurd. Ji bo vê yekê parastina Kobanê ji bo tevahiya Kurdên cîhanê pirseke jiyanî ye." Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji ber vê yekê, em, wek Desteya Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, careke din piştgiriya xwe ya li gelê me yê  li Kobanê diyar dikin, berxwedana gelê Kobanê silav dikin, cangoriyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr tînin û serê xwe li pêşberî qehremanên nemir ditewînin. Serkeftina ya gelê Kurd e! Bi serkeftina Kurdan, weke careke din di dîrokê de, hemû gelên Rojhilata Navîn wê bigihîjin azadiya xwe.” 

BRUKSEL/MOSKOVA





‘Şerê parastina rûmetê ye’

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat bang li ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û partiyên Kurd kir ku bi awayekî çalak beşdarî şerê parastinê yê li Kobanê hatiye destpêkirin bibin
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat, êrîşên rojên dawî yên DAIŞ’ê li hemberî Kantona Kobanê dike, berxwedana gel a bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li dijî van êrîşan tê meşandin nirxand û wiha got: “Kobanê cih û warê lehengên mezin e. Kobanê ji şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêşengî kir. Kobanê di nava kaosa Rojhilata Navîn de mîna kulîlkekê mizgîniya biharê da gelan û bû hêvî. Di dema dawî de bi alîkariya dewleta Tirk êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn.”
Firat da xuyakirin ku berxwedana YPG û YPJ’ê ya li gundên Kendal, Sirînê û navçeya Girê Spî berxwedaneke destanî ye û ji bo berxwedana gel a li Kobanê gotina “şerê parastina rûmeta neteweyî ya Kurd” bikar anî. Firat diyar kir ku divê ev berxwedan bi tenê bi gelê herêmê re sînordar nemîne û bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê û partiyên Kurdistanî kir ku li dijî DAIŞ’ê bi awayekî çalak beşdarî şerê parastinê bibin.
Firat da zanîn ku gelê Kobanê ne tenê li herêma xwe di berxwedanên li çar parçeyên Kurdistanê de bi awayekî çalak cih girtiye û ev tişt got: “Xaka bajarê Kobanê li ser ava bû, xaka bi bereket a Firatê ye, bi qasî dîroka mirovahiyê di dîroka Kurdan de jî xwedî roleke girîng e. Li Kobanê cewhera civaka xwezayî, welatparêzî û taybetmendiyên jiyana komunal zindî û taze ye. Berxwedêrî û lehengiya gelê me yê Kobanê her tim tê zanîn.”

Kobanê pêşengî kir
Firat da xuyakirin ku Şoreşa Rojava li Kobanê destpê kir û anî ziman ku gele Kobanê ji şoreşê re pêşengî kirye. Firat anî ziman ku gelê Kobanê li hemberî rejîma Baasê têkoşîneke mezin daye meşandin û wiha pêde çû: “Kobanê diyarê kesên sembol ên mîna mamoste Osman Silêman e. Di şoreşa Rojava de jî rola pêşengiyê lîstiye. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ev berxwedana xwe derxistiye asta herî bilind. Gelê me yekemîn rêxistinbûyîna xwe ya leşkerî li vir kiriye. Bi îlana rêveberiya xweser a Kantonê jî, berxwedana xwe tacîdar kiriye.”
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat wiha got: “Kobanê, di kaosa Rojhilata Navîn de mîna kulîlkekê ji bo gelan bû hêviya biharê” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Kurdistan bi Newrozê re bi coşeke mezin ket saleke nû. Ji bo vê Newrozê bifetisînin, zivistana dijwar bînin Kurdistanê û şoreşa gelê me bi berdêlên mezin û hêza xwe ya cewherî afirandiye bifetisîne, bi alîkariya dewleta tirk û hin dewletên li herêmê re DAIŞ’ê bi hin hêzên pê re tifaq kiriye re êrîşî Kobanê kir. Tevî ku Fermandariya YPG’ê ragihand ku ewê di pozîsyona parastinê de bin jî, bi tankan êrîşî gundan kirin û planên komkujiyê kirin.”
 Firat got divê berxwedana Kobanê bi gelê herêmê re sînordar nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî ji ciwanên Kobanê yên koçî başûrê Kurdistanê yan jî welatên din kirine re dibêjim: Tavilê vegerin Kobanê, tevli şerê parastina şeref, namûs û rûmeta xwe bibin. Êrîşên çeteyan di kesayetiya Kobanê de li dijî tevahiya destketiyên Kurdistanê tên kirin. Lewma divê hemû tevgerên Kurdistanî di berxwedanê de cih bigirin. Berxwedana Kobanê şerê parastina rûmeta neteweyî ye. Divê em xwedî li rûmeta xwe derkevin, emê xwedî lê derkevin.”

'Dema seferberiyê ye'

Firat da zanîn ku divê gelê Kurd ji 7 heta 70 salî bi beşdariya li berxwedanê re nîşan bide ku li gem gelê Kobanê ye û ev bang li ciwanên li Bakurê Kurdistanê kir: “Di serî de Riha, Pirsûs û Dîlokê li Mêrdîn, Amed û bajarên din ên Kurdistanê pêwîste ciwan di vî şerê parastina rûmet û şerefê de cih bigirin.” Firat her wiha diyar kir ku li başûrê Kurdistanê cîhadperest ji DAIŞ’ê re tên şandin û ji gelê başûrê Kurdistanê xwest ku li hemberî derdorên bi van çeteyan re hevkariyê dike, bêdeng nemîne. 

ANF/BEHDÎNAN