Di raporê de li gel bangên ji PKK, AKP û BDP’ê re hatine kirin, hat gotin, “Ji bo gavekê erê divê her du alî jî hin guhertinên zihnî ên stratejîk bikin.”
Di raporê de pêşniyarên wekî, perwerdehiya bi Kurdî, daxistina benda hilbijartinê, muzakereyên bi Ocalan re, vegera BDP’ê a meclisê, ji bo ku polîs li hemberî çalakvanên Kurd tundiyê bikarneyînin bên perwerdekirin, dest ji operasyonên hevayî û bejayî berdan, ji hemû şaredariyan re nêzîkatiye wekhev, rawestandina êrîşên PKK’ê û gavavêtina bi wêrekî ya hikûmetê.
3 hezar siyasetmedar girtî ne
ICG’Ê di rapora xwe de xwest ku muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomin û wiha hat domandin: “Divê rayedarên tirk ji bo ku Kurd bên îknakirin di warê siyasî û civakî de qane bikin gavên radîkal bavêje. Divê muzakareyên bi Ocalan re bidomin.” Di raporê de hat gotin li gel hemû kêmasiyên xwe polîtîkaya AKP’ê ya ‘Pêşîlêvekirina demokratîk’ baş hat nirxandin û ev tişt hatin gotin: “Mixabin aliyekê ev pêngav hatin avêtin aliyê din jî zêdetirê 3 hezar aktivîstên Kurd hatine girtin. Van kesan tenê beyî tundî ramanên xwe aşkera kirine. Ji ber zagonên AKP’ê derxistine niha wekî ‘Teroristan’ tên darizandin.”
Di raporê de ji AKP’ê re ev pêşniyar hatin kirin: “Divê astengiyên li pêşiya perwerdehiya Kurdî bên rakirin. Lazime zagonên bûne sedema girtina girtina aktivîstên Kurd ji holê bên rakirin.
Ji bo PKK’ê bangewazî
ICG banga dawîlêanîna êrişan li PKK’ê kir û got; “Li aliyê din jî divê PKK tavilê dawî li êrişên xwe bîne. Divê Parlementerên Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) yê ku hatine hilbijartin, biçin Meclîsê û bala xwe bidin ser sozên reforman ên ku hikûmetê di çarçoveya guhertina makezagonê de dane.
Divê nijadperestên Kurd ên Tirkiyeyî di daxwazên xwe de diyar û aşkere bin, ji bo mînak, dikarin ji bo peymanên efûkirina milîtanên PKK’ê sadiq bin. Divê rayagiştî ya li Rojavayê Tirkiyeyê jî qane bikin ku wana dest ji hizra parçekirina Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê û avakirina Kurdistanek serbixwe berdane û ew jî dixwazin di nava Tirkiyeyekî demokrat de dahatûyê ava bikin. Divê bala xwe bidin ser dawîlêanîna şer û tekoşîna aşitiyane ya ji bo destxistina mafê xwe yê gerdûnî bikin hedef û partiyeke siyasî, netewî û zagonî pêş bixin.
‘Divê Enqere wêrek tevbigere’
Di raporê de ev bang li rayagiştî ya navnetewî jî hate kirin; “Êdî civaka navnetewî di şer de rolek neyekser digirin. Ji sala 2007 ve DYE bi balafirên xwe yên keşfê, li ser çiyayên Bakûrê Iraqê yên ku piraniyan şervanên PKK’ê lê ne, digerin û agahiyên sîxûrî kom dikin, ev agahî mitefîkê xwe û endamê NATO’yê Tirkiyeyê re parve dikin. Dewletên YE’yê jî di nava salên dawiyê de ketin wê ferqê ku xebatên PKK’ê yên komkirina pere û qezençkirina cemawer a li Ewrûpayê xeter e. Ger Tirkiye biryar bide ku ew ê tenê bi riya şer û operasyonan pirsgirêka Kurd çareser bike, wê demê tu rêzdariya Tirkiyeyê ya di aliyê demokrasiya herêmê de namîne . Ligel tedberîn rewa yên ewlehiyê, divê Tirkiye di çarçoveya mafên mirovan de welatiyên xwe yên Kurd têr bike. Ligel ku rewşa ewlehiya li Sûriyeyê ber bi xirabiyê ve diçe, her wiha leşkerên Emerîkayê ji Iraqê vedikişin, divê dewleta Tirkiyeyê vê pirsgirêkê bi awayek lezgîn û ji binî ve di nava xwe de çareser bike, ji ber wê jî divê ji bo çareseriyê pêngavê wêrek biavêje.
Pêşniyarên çareseriyê
Di raporê de ev pêşniyar ji bo Tirkiyeyê hatin kirin:
1- Di çarçoveya xalên jêr hatine rêzkirin de pêwiste ku ji bo hemû komên etnîk mafên gerdûnî bên nasîn û lez bidin reforman;
a) – Ji makeqanûna Tirk, zagona partiyên siyasî û zagonên din bila gotinên nijadî bên derxistin.
b) – Bila zagona ‘Têkoşîna li hemberî terorê’ bê guhertin.
c) – Dive rê li ber perwerdehiya bi Kurdî zimanên din bê vekirin.
d) – Bila şaredariyên dixwazin xizmetên bi Kurdî û zimanên din bidin.
2. Pêwîste ku dev ji operasyonên li dijî Bakûrê Irakê bê berdan û di van êrîşan de hedefên sivîl nekin hedef.
3. Bila bernameyekî efûyê ya berfireh bê amedekirin û ji bo rehabîltîsyona milîtanên bere jî hin bername werin pêkanin. Ji bo ku li hemberî çalakiyên demokratîk tundiyê bikarneyînin bila polîs bên perwerdekirin.
4. Bila bi nûnerên Kurdên li Tirkiyeyê bi teybet jî nûnerên wan yên li meclîsê re rêyên diyalog û muzakereyê bên vekirin û benda hilbijartinê bê daxistin.
5. Divê zimanê çapemeniyê ya li hemberî pirsgirêkê bê başkirin û di nava wekheviyê de nê zî hemû çapemeniyê bibe.
6. Pêwîst e ku bi avayekî wekhev nêzî hemû şaredariyan bibin.
AYGUL YILDIZ - ANF -BRUKSEL