
Ebdûllah da xuyakirin ku di nava sê rojên dawî de çeteyan bi hêzên nû yên anî re êrîşên giran dibin ser Kobanê û got, "Hemû hêzên xwe yên li derdora Kobanê seferber kirine û bi çekên giran, bi hawan û topan êrîşên xwe dewam dikin. DAIŞ ji derdora Kobanê ji bajarên Reqa, Til Ebyad, Aîn Issa, Sarrîn, Minbic û Cerablûsê her tim hêzên nû û çekên giran tîne."
Li ser mijara alîkariya malzemeyên tibî û çekan a ji Kobanê re, Ebdûllah got, "Rast e, bi balafirên DYA´yê malzemeyên çek û tibî ji YPG'ê re hatine. Lê belê di vê nuqteyê de gelek derdor daxuyaniyê didin û dibêjin 'me alîkarî da'. Em nizanin ka kê alîkarî şandine, lê ji bo alîkariya wan dibêjin, siheta wan xweş."
Ebdûllah der barê teqwiyeya hêzên pêşmerge ji bo Kobanê de got, "Tirkiye li aliyekî dibêje ew ê destûrê bide pêşmergeyan ji bo derbasî Kobanê bibin, lê li aliyê din, li dijî PYD'ê kampanyayeke reşkirinê dimeşîne ku bi daxuyaniyên xwe, bi xwe û realîteya Rojava re dikeve nava nakokiyan. PYD di rewşa kaosê ya li Sûriyeyê de xwedî proje û çareseriyeke siyasî ya şênber e, kar û daxwazên xwe bi awayekî zelal tîne ziman. Di vê rewşê de xebatên reşkirina PYD'ê gotinên erzan ên siyaseteke şaş in. Di rewşekê de ku berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li Kobanê dewam dikin, em girîngiyê didin bi têkiliyeke baş û diyaloga bi her kesî re."
Asya Ebdûllah da xuyakirin ku ji bo dewama berxwedana Kobanê divê ji kantonên Cizîr û Efrînê korîdorek bê vekirin û xwest, Neteweyên Yekbûyî di vî warî de bikeve nava tevgerê. Ebdûllah diyar kir ku girîng e êrîşên hêzên koalîsyonê yên li hemberî hedefên DAIŞ'ê û alîkariya çekan a ji bo hêzên berxwedêr dewam bikin û xwest, di heman demê de ji bo Kobanê alîkariya însanî jî were kirin.
Ebdûllah her wiha bang li saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî kir û got, "Li nava bajêr mirovên me hene û vegera van mirovan a li Kobanê dewam dike. Lê belê mirovên xaniyên wan hatine hilweşandin, wê li ku bihewin? Divê ji bo mirovên malên wan hatine hilweşandin, em şert û mercên stargehê biafirînin. Ji bo vê jî, di serî de wargehên ji konan pêwîst e li gorî mercên zivistanê, alîkariya însanî were kirin. Lewma em bang li rêxistin û saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin ku projeyên şênber destnîşan bikin."
KOBANÊ