DANA OMER

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Şêxê Neqşîbendî daxwaz ji şêx, murîd û bawermendên terîqeta Neqşîbendî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir da ku di hilbijartinên 24´ê Hezîranê de piştgiriya Erdogan û AKP’ê nekin û got; “Tişta Erdogan dike ji bo partiyekê ye, ne ji bo Îslamê ye.”

Şêx Ebdulrehman Neqşîbendî ye ku şêxê Neqşîbendî li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala dimîne. Şêx Ebdulrehman li ser êrişên dewleta Tirk ên Başûrê Kurdistanê got, encama êrişên li ser gelê Kurd li parçeyên din e û wiha peyivî; “Tirkiye naxwaze bi ti şêweyî desthilateke Kurd hebe. Dixwaze Kurdan vegerîne beriya bi 100 salan. Naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn ti mafekî wan hebe. Erdogan kesekî nexweş e û Tirkiye kiriye welatekî eskerî.”

Piştgirî û alikariya Erdogan nekin

Şêx Ebdulrehman diyar kir ku li hemberî gefên li ser gelê Kurd, yekîtiya neteweyî pirr girîng e û wiha domand; “Yekîtiya neteweyî yekane rêya çareseriyê ye ji bo Kurdan da ku xwe bigihînin armanca xwe. Weke şêxekî Neqşîbend, banga min ji bo bawermend û murîdên terîqeta Neqşîbendî li Tirkiyeyê ew e ku piştgirî û alikariya Erdogan nekin. Erdogan bi navê Îslamê welat wêran kirine.”

Piştgiriya Kurdan bikin

Şêx Ebdulrehman îşaret bi kujeriya Erdogan kir û got, "Kesên bê guneh çi zarok, çi jin û  çi kal, dikuje. Wêrankariyên Erdogan dike ji bo berjewendiyên hizba xwe ye, ti peywendî bi Îslamê re nîne. Ji bo wê daxwaz ji murîd û şêxên Neqşîbend li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim, çewan dema bihurî hestê neteweyî hebûye, niha jî hilbijartinên vê carê yên Tirkiyeyê bi ti şêweyî alikariya Erdogan û AKP’ê nekin. Piştgiriya Kurdan bikin.”