Ji Êzîdiyên bi fermana 74’an koçber bûyî, bi hezaran çûn Tirkiyeyê û bi piştevaniya gelê Kurd jiyana xwe dewam kir. Şaredariyan û gel kampanya pêk anîn û hewcedariyên wan temîn kirin. Yek ji van kampan ya şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê bû.

. Piştî qeyûm şaredariya Yenîşehîrê dagir kir, Êzîdiyên li kampê jî şandin kampa AFAD’ê. Li van kampan, Erebên Sûrî û çeteyên DAIŞ’ê hene. Êzîdiyên Şengalê dan zanîn ku ev fermaneke spî ye û banga vegerê li Êzîdiyan kir.

‘Wê çi bînin serê wan’

Emîne Îbrahîm a li bajarokê Sunune yê Şengalê dijî, anî ziman ku cihê wan ji Tirkiyeyê ewletir e û got, “Tirkyeyê di vê zivistanê de gelê me ji kampan derxist. Em dizanin wê kampên AFAD´ê çi bînin serê gelê me. Gelê me wê bi birçîbûnê terbiye bikin, belkî bikin sîxur û belkî jî ji ol û dînê wî dûr bixînin. Dewleta tirk bi salan e, hewl dide Êzîdiyan tine bike. Ti carî li dijî îradeya me rêzdarî nîşan nedan.”

‘Ev der ewletir e’

Mircan Heci Muske jî got, “Em li vir Şengala xwe ji nû ve ava dikin. Ev der axa me ye. em biçin ku derê jî ti der wek axa me nabe. Ciwanên me mewziyan diparêzin. Li wan deran ewlehiya gelê me tine. Ma wan DAIŞ bi ser me de neanî.”

Xezal Heyderê jî bang li hemû Êzidiyan kir ku li axa xwe vegerin û got, Şengal warê wan e û ew Şengalî ne. 


ŞENGAL