Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDʹê Salih Muslim bangên ku li Silêmaniyê ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve hatine kirin erênî nirxand û dest nîşan kir ku ew ê ji bo serkeftina daxwazên KNK’ê çi ji destê wan were wê pêk bînin.

Muslim anî zimên ku divê Rojhilata Navîn ji nû bê guhertin û li ser hevdîtinan got: “Di wan hevdîtinan de divê xetên sereke yên stratejiya ku ji tevahiya Kurdistanê re pêwîst e pêk were. Di nêrîna min de ev banga ji hêzên Kurdistanê re ku ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Ez hêvî dikim ku ev yek rastî bersiveke erênî ya hemû hêzên Kurdistanî were.”

Stratejiyeke hevbeş divê

Muslim bal kişand li ser helwêsta partiyên din ên Kurdistanê û got: “ Di nêrîna me de heger dereng jî hatibe, lê gaveke erênî ye. Em ê ji aliyê xwe ve pêk bînin. Tişta bikeve ser milê me ji bo pêkanîna wê em ê bikin. Em weke partî û ji dema avabûnê ve nûnertiya xeteke wiha dikin. Ev ji baweriya me bi Yekîtiya gelê Kurd de pêk hatiye. Bi vê yekê em ê karibin riya têkoşîna gelê Kurd û gelên di herêmê de pê re jiyan dikin, diyar bikin. KNK hewl dide ku erka xwe ya dîrokî ku di vê demê de tê xwestin pêk bîne. Bêguman partî û rêxsitinên siyasî ku civaka Kurd û Kurdistanê birêve dibin, ji ber vê yekê divê xîtabî wan were kirin û bang ji wan re were kirin ku erka xwe pêk bînin. Çi partî û rêxistina ku ji vê berpirsyariyê bireve tê wateya ku behaneya hebûna xwe winda dike. Divê hemû partî û rêxistin nûnertiya nêrîna gel û komên civakî ku nûnertiya wê dike bikin.  Di vê demê de danîna stratejiyeke hevbeş a ji gelê Kurdistanê re tişta sereke ye. Li ser vî esasî divê hemû li gorî vê nêrînê bi awayekî erênî banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk bînin.”



DILÎŞAN ÎBIŞ/ANHA/QAMIŞLO