Jiyana Vedat Balik ê ji aliyê polîsan ve li Wanê hat qetilkirin, bi navê “Xaçort Şehid Vedat” bû belgefîlm. 

Vedat Balik (18)  di 15 Îlonê li taxa Şehid Firat a navçeya Artemêtanê ya Wanê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Belgefîlm a ku navê wê “Xaçort Şehid Vedat” e qala taxa Xaçort a ku polîtikayê dewletê yên qirêj pêk tên û li dijî van polîtîkayan berxwedana gel, dike. Derhênêrê belgefîlmê ji xebatkarên Navenda Huner a Nûda Şerîf Polat e. Polat da zanîn ku di belgefîlmê de ciwanekî ku ji aliyê dewletê ve bê sebeb hatiye qetilkirin û terora dewletê ya ku li taxekî pêk tê, derbas dibe.

Polat bal kişand li ser şerê psîkolojîk ê ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne da zanîn ku li dijî qetlîaman peywira hunermenda heye û wiha got: “Li dijî şerê psîkolojîk dive huner derxin pêş û têkoşîna li dijî şerê psîkolojîk bê dayîn.” Polat diyar kir ku dewlet dixwaze qetlîaman wek normal bide nîşandin û wiha nirxandina “Ji bo ev qetlîam nehên ji bîrkirin huner di dewrê de ye” kir. 


Ji her kesî parçeyeke dihewîne

Polat da zanîn ku di belgefîlmê de dayik û apê Vedat û şahidên qetilkirina Vedat hene û wiha berdewam kir: “Ew ê ku belgefîlm temaşe bike dê ji jiyana xwe perçeyekî bibîne. Ji ber vê yekê belgefîlm bang li wîjdana mîrovan dike.” Polat di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser cihê hunera li Kurdîstanê û wiha got: “Erdnîgara Kurdîstanê ya ku qetlîam, zilm pêk tê, dive ku huner derkeve pêş û ev qatlîamên ku tên kirin bên dîtin.”

Belgefîlm a ku jiyana Vedat Balik û apê wî jî di 1996’de li heman kolanê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin vedibêje di Rojên Fîlman a Axtamaraya Wanê de bi derkeve pêşberî hunerhezan. 


 DÎHA/WAN