ALADDÎN SÎNAYÎC / LONDON
Matt Nathan dîrektorê Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya li Ingilîstanê û endamê Meclîsa Şaredariya Islingtonê ye. Ew dibêje, têkiliyên wan par bi xurtî danîn û ber bi pêş ve birin. Ew dibêje, ew ê sala 2020´an bêhtir kar bikin û van gavên wan berê avêtî zexm û mayînde bikin.
Matt Nathan dibêje ji sala 2016´an ve kampanya li Ingilîstanê dewam dike û got, gava ku neheqiya li dijî Abdullah Ocalan bi dawî bû, hingê dibe ku tevahiya neheqî û pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo sempatiya ji bo kampanyayê jî ew dibêje, li welatê wan gelek sendîke û mirov li dora fikrên Ocalan tên cem hev û xelk piştgiriyê dide kampanyayê.
Nathan dibêje, ji ber ku kokên kampanyayê êdî zexm in, her roj mezin dibe, ew di her civînê de neheqiya li miletê Kurd û li Ocalan tê kirin îfade dikin û wiha dewam kir: “Halê hazir çîna karker a vî welatî ji bo serbestkirina Ocalan bangeke mezin a darîçav dike.”
Matt Nathan wekî din da zanîn ku ew ê kampanyayê ji sînorên sendîkayan xilas bikin û piştgiriya yekser a xelkê û kesayetan jî qebûl bikin. Bi ya wî bi vî rengî wê bêhtir mirov beşdarî kampanyayê bibin û piştgiriyeke xurt karibe bê avakirin.
Bi ya wî divê piştgirî bê xurtkirin û globalkirin.