Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bal kişand ku terora polîsan û qirkirina siyasî ya ji aliyê rejîma AKP-Cemeeta Gulen ve tê birêvebirin, êdî hemû alî û derdorên civakê dixe nava xwe û her ku diçe berfirehttir dibe û wiha got: “Zîhniyeta AKP’ê û Cemeeta Gulena a dest bi girtinên girseyî kiriye, li vê dîwarê berxwedanê ketiye û pêre rû bi rû maye.”

Ji bo malbata Elîbol sersaxî

KCK’ê ji bo malbata ciwanê kurd Mûrat Elîbol ku li piştî mîtînga BDP’ê ya Amedê hatibû qetilikirin sersaxî xwest û diyarkir ku Elîbol bi zanebûn hatiye qetilkirin û wiha hate gotin: “Kê ew kuştin pêk anîbe jî berpirsiyarê vê kuştinê Dewleta Tirk e. Şehîde şoreşa azadiyê Murat Elîbol ku bi zanebûn hatiye qetilkirin bîranîna wî wê bi pêşxistina têkoşîna azadiyê were jiyandin.”

‘Parastina ziman mafekî rewa ye’

KCK’ê anî ziman ku divê hemû siyaseta kurdan û gelê Kurdistanê li hemberî siyaseta qirker û pêkanînên faşîzan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û di dadgehan de xwe bi zimanê xwe yê zikmakî biparêze û wiha got: “Berdêla wê çi dibe, bila bibe, wê israra di vê rêgezê de bigihe serkeftinê. Divê hemû gelê me beşdarî helwesta parastina bi zimanê zikmakî ya siyasetmedarên Kurd bibin û piştgirî bidinê. Divê gelê me li hemû saziyên dewletê bi Kurdî biaxivin û divê hemû gelê me bibîne ku parastina bi zimanê zikmakî mafek rewa-mafdar û mirovahiyê ye û li gorî wê her kes tevil bibe.”

‘Divê welatparêz hişyar bin’

KCK’e bertek nîşanî projeya ‘Malên Hezkirinê’ da û diyarkir ku bi vê tê xwestin ku polîtîkayên qirkirina spî rewa nîşan bidin. KCK’ê der barê mijarê wiha got: “Bi ‘malên hezkirinê’ re dixwazin hişmendiya nasname, kesayet, çand, dîrok û civaka zarokên Kurd tune bikin. li hember vê divê tevahî welatparêz hişyar bin û rê nedin vê polîtîkaya xayîn.”

‘Bersiva rast bidin êrîşên faşîzane’

KCK’ê da zanîn ku pêkanînên AKP’ê bi hedefgirtina Rêbertiya Gelê Kurd, siyaseta kurd a azad û ciwanên kurd dixwaze encam bigre û wiha got: “Li hemberî vê zîhniyeta AKP’ê ya faşist, qetlîamker û di heman demê de ku dixwaze pêşeroja gel û ciwanên me tarî bike, ciwanên kurd ji bo bi awayekî hîn xurtir têkoşînê pêş bixin divê tevlî tevgera gerîla û serhildanan bibin û bersiva herî rast bidin van êrîşên faşîst”

‘Dixwazin kurdan teselî bikin’

KCK’ê diyarkir ku Konferansa Kurd a Parlamentoya Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd girîng e û li ser helwesta dewletên Ewropayê wiha got:  Dewletên YE’yê ji aliyekî ve ku zemînên bi vî rengî ava dike û dixwaze bi van gelê Kurd teselî bike, ji aliyê din ve jî ku polîtîkayên şîddetê yên gelê Kurd destek dike ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyane bê çareserkirin yek ji astengiyên herî ciddî ye.”

‘Îşkenceya psîkolojîk heye’

KCK’ê da zanîn ku li ser Ocalan û 5 esîren din işkenceya psîkolojik heye û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê zagonên xwe û zagonên naveteweyî bin pê dike û li ser Rêber Apo û 5 girtiyên din ên di girtîgeha Îmraliyê de tecrîd û îşkenceya psîkolojîk pêk tîne.”
KCK’ê balkişand ser girtina parêzerên Ocalan û wiha got: “Girtina parêzerên Rêbertiya me, hemû riyên hewldanên ji bo çareseriyê girtine. Ji ber vê jî  divê Konferansa Kurdan a li PE’yê helwesteke aşkere nîşan bide, û divê li hemberî vê neheqî, bêhiqûqî û van pêkanîn derveyê pîvanên mirovahiyê bang li hemû saziyên navneteweyî bike li hemberî vê yekê rawestin. Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye, ev yek jî sucek mezin ê mirovahiyê ye. Şermezarkirina vê sucê mirovahiyê erk û peywira hemû aşitîxwaz û alîgirên mafê mirov û demokratan e.”
KCK’ê bang li Ewropa, rêxistinên navnetewî, hemû alîgirên aştî û demokrasiyê yên Tirkiyeyî û Kurdistanî, hemû aliyên demokratxwaz kir ku li hemberî van pêkanînên sucê mirovahiyê bê deng nemînin.


 ANF/QENDÎL