Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo parastina çand û ziman têkoşînek mezin hatiye dayîn û li hemberî çanda serdestan bi destpêka şoreşê re dest bi perwerdeya xwendin û nivîsandina zimanê kurdî hatiye kirin. Hat diyarkirin ku li tevahiya Rojavayê Kurdîstanê xebata zimanê Kurdî bi pêşengtiya SZK Rojava û gelek sazî û rêxistinên li Rojava pêngava perwerdeya zimanê Kurdî hate pêşxistin, mamosteyên kurdî hatin gihandin û dibistan hatin vekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bo ku perdeya zimanê kurdî bi awayekî fermî di dibistanan de bê dayîn têkoşînek mezin hate dayîn û nêzî hezar mamoste hatine perwerdekirin û bi sedan zarok û ciwan hatin perwerdekirin.
‘Divê perwerde di bin sîwaneyekê de be’
Ji bo pêşxistina zimanê dayîkê di daxuyaniyê de bang li tevahiya rêxistin û saziyên Rojava jî hate kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Her weha hat destnîşankirin ku hin partiyên siyasî beyî ku bi SZK´ê re bikevin nav danûstandinan, perwerdeya ziman û bawernameyan didin û hat gotin ku ev helwest li dijî pîvan û rêbazên hevbeş yên zimanê kurdî xelet e. Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê ev xal hatin destnîşankirin: “Divê rêbaz û çavkaniyên perwerdeya zimanê Kurdî rast û hevgitî bin. Ji bo ku di ziman de perçebûn û tevleheviyek neyê avakirin divê her kes li heman çavkaniyan xwe perwerde bikin. Lê mixabin hin partiyên siyasî piştî hişmendiya xwe ya desthilatdar ya bejewndîperest, niha jî dest avêtine zimanê dayikê . bawernameyên ziman bi navê partiyan tên mohrkirin. Ev nêzîkatî bi serê xwe perçekirina sîstema ziman û dijberiya ruhê netewa demokratîk e. Mafê tu partiyan nîne ku li ser zimanê dayikê xwe bide jiyankirin.’’
Di daxuyaniyê de bang li van rêxistin û partiyan hat kirin ku bi navê partiyan bawernameyan nedin zarokan û bawernameya saziya civakî ya SZK-Rojava bingeh were girtin.
Di dawiya daxuyaniyê de li hemberî lîstok û planên tên meşandin jî hişyarî hate kirin: “Li ser esasê yekîtiya netewa demokratîk divê em bi heman rêbazan perwerdeya zamanê dayikê ji xwe re bingeh bigirin. Ji bo yekîtiya rihên netewî em têkoşîna zimanê xwe bilid bikin.”
ANHA/QAMIŞLO
Li Rojava 1038 bawenameyên kurdî
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li bajarê Rojava Qamişloyê bi merasîmekê 1038 bawername li xwendekar û mamosteyan belav kir.
SZK, li hemû bajarên Rojava ji bo pêşxistina kurdî xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li bajarê Qamişlo ji aliyê SZK´ê ve 1038 bawernameyên kurdî hatin dayîn. Bawername bi merasîmekê li 629 xwendekarên ku tevlî qursên zimanê kurdî yên asata yekem bûbûn û li 409 mamosteyan hatin belavkirin. Merasîm, bi beşdariya nûnerên TEV-DEM, SZK, rêxistinên civaka sivîl û sedan kesî li navenda Cizîrê pêk hat.
Di merasîmê de Endamê SZK᾿ê Behcet Mihemed axivî û da zanîn ku gelê kurd bi hemû hêza xwe li dijî siyasetên asmalisyon û tunekirinê li ber xwe daye û li Rojava ji bo pêşxistin û xwedîderketina zimanê kurdî wê ji niha pê de jî bê navber xebatên xwe bimeşînin. Mihemed her weha spasiya xwe li mamosteyên ku ji bo dayîna qurs û dersên kurdî alîkariya SZK᾿ê kiribûn jî kir.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê Rêzan Gulo jî di axaftina xwe de da zanîn ku bi keda SZK᾿ê gelê kurd li Rojava karîbû zimanê xwe biparêze. Piştî axaftin bidawî bûn bawename li xwendekar û mamosteyan hate belavkirin.
Merasîm bi siloganan bidawî bû.