Di salvegera Şoreşa Rojava de li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û wiha got: “Di dîroka têkoşîna me de em demên girîng dijîn, salvegera yekemîn ya şoreşa19’ê Tîrmehê ya Rojava dijîn. Bi vê mebestê em girêdayîna xwe ya ji bo Rêber Apo ku di encama keda Rêber Apo ya 35 salan de hatiye bi dest xistin, dubare dikin. Yekemîn sala şoreşa Rojava ku bi kedeke mezin ya Serokatiya me hatiye afirandin, temam bû. Kevneşopiya berxwedanê ku ji aliyê Rêber Apo ve li hember hemû êrîş û komkujiyan hatiye pêşketin û meşa ku li hember netew dewlet, paşverûtî, dagirkeriyê hatiye destpêkirin bênavber didome. Rastiya Serokatî û gelê ku li ber xwe dide, li Rojava ketiye meriyetê. Çete dixwazin şoreşa Rojava ya gelê me biperçiqînin. Peywira hemû welatparêzên Kurd e ku li hember êrîşên çeteyan berxwedana Rojava biparêzin û xwe bi rêxistin bikin. Tê zanîn ku di dîrokê de tu caran em evqas nêzî azadiyê nebûne. Li ser vî esasi divê em ji her demê zêdetir bixebitin, xwe rêxistin bikin, li dora Serokatiya xwe bibin xelek.”




AKP careke din hat hişyarkirin

Denîz Kaya ji bo tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hikûmeta AKP’ê hişyar kir û wiha got: “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Tenduristî û ewlehiya Serokatiya me, sedema jiyan û têkoşîna me ye. Em pêwîstî dibînin ku careke din hikûmeta AKP’ê hişyar bikin. Divê heyeteke doktoran ya serbixwe biçe Îmraliyê û Serokatiya me tedawî bikin. Divê bê zanîn ku em ji bo tenduristî û ewlehiya Serokatiya xwe bêyî ku bikevin nav fikaran canê xwe didin. Mînaka vê ya şênber dîroka zindanê ya PKK’ê ye.”



‘Em nanê xwe parve bikin’

Kaya bang kir ku di yekemîn salvegera şoreşa Rojava de hemû kes piştgiriyê bide Rojava û wiha axivî: “Divê em parî nanê ku tê ser sifreya me bi gelê Rojava re parve bikin. Divê gelê me di vê meha pîroz ya remezanê de bênavber du rojan ji nûnerên muaviyeyan ya roja me îro AKP’ê re nifiran bikin. Em bi kelecaneke mezin yekemîn salvegera Rojava pîroz dikin û li ber şehîdan bejna xwe ditewînin û girêdayînbûyîna xwe ya ji bo Rêber Apo careke din dubare dikin.”

 AMED