Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li dem û dezgehên neteweyî yên Kurdan kir ku ji niha ve amadekariyên pîrozbahiyên 14-15-16’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bikin.
KNK'ê di daxuyaniya da de got; “Wekî tê zanîn Cejna Zimanê Kurdî bi biryar û daxwaza KNK’ê ji 2007’ê ve tê pîrozkirin. Cihê şahiyê ye ku Cejna Zimanê Kurdî îro bûye edetekî neteweyî û cih girtiye û di van sê rojan da (14-15-162ê Gulanê), Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê tê pîrozkirin.
KNK’ê da diyarkirin kul i goreyî daxwaza KNK’ê hemû dem û dezgehên neteweyî hersal li goreyî şert û imkanên xwe pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî amade dikin û pîroz dikin û got; “Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê îsal jî dixwaze Cejna Zimanê Kurdî di bin slogana "Ji bo Kurd û Kurdistanê Parastina Zimanê Kurdî" da bê pîrozkirin. Ji ber ku Kurdan bi taybetî ji bo bakur, rojhilat û rojavaya Kurdistanê daxwaza ”statuya polîtîk” bilind kirine û eve tê manaya statuya zimanê Kurdî jî. Daxwaza me statuya zimanê Kurdî ye, statuya xelkê Kurd e, statuya Kurdistanê ye. Lewma slogana Cejna Zimanê Kurdî ya îsal vê prosesê îfade dike.”

Rewşa Başûr û Rojava

Komîsyonê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Dagîriya Kurdistanê bi taybetî li sê parçeyan, li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê didome. Parçeya Kurdistanê yê li başûr îro di nav Iraqa Federal da statuyeke federatîv standiye û Kurdî gelek xwezayî zimanê fermî ye û hemû baskên jiyanê bi Kurdî têne jiyan. Herçend desthilata Erebî ya Bexdayê ya Iraqa Federal makqanûna nû ya Iraqa Federal bin pê dike û hêj jî tixûbên Kurdistanê ji başûr ve teng digire û fermiyeta Kurdî li nav tixûbên Erebnişîn yên Iraqê bi cih nayîne jî lê zimanê Kurdî êdî xwudan statu ye, jînde ye û fonksiyonel e. Li Iranê, li parçeyê rojhilat zimanê Kurdî di bazarê da, di jiyana rojane da, di jiyana sosyal da fonksiyonel e û tê axivtin û bi kar înan. Lê hêj di nav sîstemê îdarî û perwerdeyê da fermiyet wernegirtiye û dewleta Iranê rê li ber pêşkevtina zimanê Kurdî digire. Li Suriyeyê jî kêm zêde eynî rewş berdewam e. Li Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî ji Iran û Sûriyeyê xirabtir e. Digel ku bi têkoşîna xelkê Kurd van salên dawiyê di warê bi kar înana zimanê Kurdî da hindek gav hatibin avêtin jî, lê asêtiya li ser zimanê Kurdî bi rengekî sîstematîk hêj jî tê domandin û rê nayê dan ku Kurdî statuyeke fermî werbigire û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî. Ev rewşa negatîv her bi çi rengî be xizmeta asîmîlasyonê dike û pêşkevtina zimanê Kurdî hêdî dike ku eve digel xwe lawazbûna zimanî tîne.”
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê der barê bangewaziya bi dirûşima “Ji bo Kurd û Kurdistan Parastina Zimanê Kurdî de ev agahî da; "Ji ber van binasên rewşa negatîv ya polîtîk parastina zimanê Kurdî di serê rojeva Kurdan da ye û divê wisa be. Daxwaza fermîkirin û statu standina zimanê Kurdî bizaveke sereke ya Kurdan e û divêt neyê sistkirin. Cejna Zimanê Kurdî heta ku Kurdistan rizgar be, xelkê Kurd azad be dê bibe çeperê herî saxlem yê daxwaziya rizgarî û azadiya zimanê Kurdî. Kurdî wekî ziman bi doza Kurd û Kurdistanê, bi rizgarî û azadiya Kurd û Kurdistanê ve girêdayiye û yêk e. Zulma li ser Kurdî, Kurd û Kurdistanê gelek bêperwa û hovane tê domandin. 


'Asîmîlasyon berdewam dike'
Di nav van şertan da Kurd li Kurdistanê û diasporayê, alaya dengî ya neteweyê Kurd, makzimanê xelkê Kurd anku zimanê Kurdî bi hêzeke xurt divê bilind bikin, li zimanê xwe xwedî derkevin û di hemû baskên jiyanê da bi kar bînin.
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê pîrozbahiyên îsal yên Cejna Zimanê Kurdî diyariyî têkoşerên doza KCKê li Tirkiyeyê dike ku bi zanabûn, bi şuûreke bilind ya neteweyî û rikeke berxwedêrane dixwazin parêznameyên xwe yên polîtîk û huqûqî bi makzimanê xwe, bi Kurdî bidin. Di nav programa pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî da, bila rûniştinên sembolîk yên dadgehê bêne çêkirin û parêznameyên doza zimanê Kurdî bêne xwendin.

'Divê li her çar parçeyan bibe zimanê fermî'
Da ku zimanê Kurdî li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê bibe zimanê fermî yê duyê yê dewletê û bikeve nav sîstemê îdarî û perwerdeya fermî divêt xebat û têkoşîn bê bilindtirkirin.
Li dîasporayê jî Kurd li her welatê ku lê dijîn, her di kîjan çarçoveyê da be, divê ji bo dîtin û wergirtina perwerdeya bi makzimanê xwe anku bi Kurdî hewildanên xwe bidomînin.
Pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê hemû dem û dezgehên neteweyî ve li goreyî şert û imkanan divê bi rêkûpêkî bêne amadekirin û bicihanîn.
Doza zimanê Kurdî çeperê herî xurt û mezin yê parastina Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî paşeroja Kurd û Kurdistanê ye. Kurdî garantiya hebûna Kurd û Kurdistanê ye.
Hêvî û daxwaza KNKê ew e ku Cejna Zimanê Kurdî di van sê rojan da, 14-15-16'ê Gulanê, bi vê dirûşima bilind ya neteweyî bê pîrozkirin û herwisa bangî hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku di pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî da beşdariyeke Newrozane bikin.
Herweha tê hêvîkirin ku ji bo giringiya axivtin, fêrbûn û perwerdeya makzimanî û perwerdeya bi giştî ya bi zimanê Kurdî kombûn, semîner, sempozyum û konferans jî bêne kirin.

Plansaziya cejna ziman 

Planê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî ji bo sê roja bi vî rengî hatiye amade kirin:
Ji 14'ê Gulanê pê ve dê şahî û pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî bê dest pê kirin, mesaj bêne dan.
Di 15’ê Gulanê li ser zimanê Kurdî dê axivtin û aktîvîteyên cuda bêne kirin. 15ê Gulanê herweha roja weşana kovara Hawarê ye [15 Gulan 1932]. Hawarê ji bo parastin û jiyandina ziman û çanda Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jiyandina zimanê Kurdî da bê bihakirin û pîrozkirin.
Di 16’ê Gulanê da jî ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku di serî da ji bo parastina zimanê Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawiyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin. Li meydanên dîasporayê jî hemû Kurd vê seremoniyê li goreyî şert û imkanên xwe divê bi cih bînin.”

ANF/BRUKSEL




Heyeta KNK Mele Bextiyar ziyaret kir

Heyetek ji KNK’ê bi berpirsê polît buroya Yekitiya Niştîman a Kurdistanê (YNK) Mele Bextîyar re hevdîtnek pêk anî.
Heyetek ji Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) ku di nav de beprisê karên derve yê KNK’ê Celal Kemalîzade û endama KNK’ê Nîlûfer Koç jî hebûn li navenda polît buroya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistan (YNK) ya Silêmaniyê bi berpirsê polît bûroya YNK’ê Mele Bextiyar re hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtinê de aliyan rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxandin. Mele Bextiyar di hevdîtinê de balkêşa ser rewşa Îraq, Suriyê, Îran û Tirkiyê û diyar kir ku gelê Kurd ji pêvajoyek pir nazik re derbas dibe û wiha got: “Êdî hemû beşên Kurdistanê ketiye bin bandora van pêşketanin. Lê belê mirov bi awayek giştî dikare bêje ku ev rewş ji bo gelê me derfetek pozîtif derxistiye holê."
Di hevdîtinê de endamên KNK’ê jî nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê de bi Mele Bextiyar re parve kirin.

SILÊMANÎ