Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser rewşa Şirnexê û diyar kir, dewleta Tirk bi hewl dide gelê herêmê teslîm bigire. KCK’ê berxwedana Şirnexiyan a li dijî vê polîtîkaya dewleta Tirk, silav kir.
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber de hat gotin, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Şirnexê serbilind e û wê her tim li cem gelê Şirnexê cih bigirin.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Dewleta Tirk di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de biryar da, ku di bin navê ‘asayîşa li her cihî’ êrîşî rêxistinên demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gelê me bike. Ji ber ku polîtîka û zîhniyeta çareseriya siyasî demokratîk a desthilatdariya AKP’ê nîne, dest bi êrîşên li dijî rêxistinbûna demokratîk û vîna gelê me kir.“
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Şirnexê bi lehengî li dijî êrîşên qirkirinê li ber daye û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk xwest Şirnexê bike baregeha mêtîngeriya xwe ya qirkirinê, lê belê jê nehat vê bike. Gelê Şirnexê bi nirxên xwe yên xurt ên Kurdewarî û welatparêziya qewîn, her tim li ber mêtingeriya qirkirinê rabû û bû yek ji navendên bingehîn ên têkoşîna azadî û demokrasiyê. Gelê Şirnexê bi lehengiyeke mezin a welatparêziyê li dijî van êrîşan li ber xwe da û careke din nîşan da ku yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê ye.“

Şirkertên hevkarên AKP’ê hatin hişyarkirin

Di daxuyaniya Hevserokatiya KCK’ê de ji bo şirket û derdorên hevkarê AKP’ê yên bi taybetî Şirnex di rûxandina wargehên Kurd de cih digirin jî ev hişyarî hate kirin: “Hikûmeta AKP’he di nava vê sermayê de gel mehkûmî binê konan dike û dixwaze vîna gel bişikîne, teslîm bigire.  Li aliyekî, tevî ku qet şer nîne qedexe dewam dike, li aliyê din jî bi rêya hin şîrketan avahiyên tiştek pê nehatiye, xera dike. Ev şîrket dixwazin ji bo rantê li vir avahiyan lê bikin.
Ev fîrmayên înşaetê, mîna dizên goristanê, xaniyên gel xera dikin û bi vî rengî dixwazin jê bixwin. Ev fîrma sûcekî nayê efûkirin li dijî gel dikin. Lewma em bang li van şîrketan dikin ku xaniyên gel xera nekin. Eger vê nekin, wê sûcê wan girantir bibe. Sedem çi dibe bila bibe, mafê kesî nîne xaniyên gel xera bike.“

´Em piştgiriyê bidin gelê Şirnexê‘

Di dawiya daxuyaniyê de jî bi van gotinan banga hevkarî û piştgiriya bi gelê Şirnexê re li gelê Kurd hate kirin: “Gelê Şirnexê rûmeta gelê Kurd di asta herî bilind de temsîl kiriye. Lewma divê gelê Kurd cih li cem gelê Şirnexê bigire. Ji bo gelê Şirnexê di nava şert û mercên dijwar ên zivistanê de tehdê nebîne, divê piştgiriya wan bê kirin. Jiyana gelê Şirnexê jiyana me hemûyan e; pirsgirêkên wan pirsgirêkên me ne. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên demokratîk û gelê me, ya pêwîst bikin û piştgiriyê bidin gelê Şirnexê ku di zivistanê de zêde netehibe û bajarê Şirnexê ji berê xweştir bê avakirin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bi berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Şirnexê serbilind in û em ê her tim li cem gelê Şirnexê cih bigirin.”

ANF/BEHDÎNAN