Banga piştgiriyê li akademîsyenan
Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdullah Mistefa dibêje, herçî dixwaze bila were Rojava li cem wan kar bike herçî nikare were jî bila li ser înternetê alîkariya wan bike.
NESRÎN DENÎZ
ANF/QAMIŞLO
Zanîngeha Rojavayê bang li akademîsyenên Kurd û dostên Kurdan kir ku bila di warê akademîk de alîkariyê bide wan.
Li Zanînge Rojava ku li Qamişloyê ye tê de 20 beş û 210 perwerdekar hene. Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdullah Mistefa û Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo qala amadekariyên sala nû ya zanîngehê kir.
Mistefa got, ji ber koronavîrusê wan dest bi perwerdehiya li ser înternetê kirine, ji zanîngehên cihê gelek akademîsyenan jî piştgirî dane wan, bi vî rengî jî akademîsyenan tecrubeya xwe pêşkêşî wan kirine. Mistefa wiha peyivî: “Ligel ku dijwarî hebû jî, me sûd jê stend. Me dît ku divê em bi asoyeke berfireh li rewşa xwe binihêrin. Li ser vî esasî pêdivî pê çêbû ku em têkiliyê bi cihên din jî deynin. Ji ku dera dinyayê dibe bila bibe, bi pergala li ser înternetê tevlî pergala me ya perwerdehiyê ya Zanîngeha Rojava bûn.”
Mistefa bang li akademîsyenên Kurd û her derê dinyayê kir ku bila li ser pergala perwerdehiyê alîkariya wan bikin. Mistefa got, herçî dixwaze bila were Rojava li cem wan kar bike herçî nikare were jî bila li ser înternetê bi wan re kar bike.
Tecrubeyên perwerdehiyê
Berpirsa Buroya Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Sîdo jî diyar kir ku di dema şewbê de wan têkilî bi gelek akademîsyenên ji zanîngehên cihê yên dinyayê danîne û van akademîsyenan bi rêya pergala li ser înternetê tevkarî li xebatên wan kirine. Gulistan Sîdo got, “Em dikarin pergala perwerdehiyê ya li ser înternetê geş bikin û ji tecrubeyên perwerdehiyê yê zanîngehên welatên din sûdê werbigirin.”
Kampanyayeke nû
Gulistan Sîdo diyar kir ku di 19’ê Tîrmehê de wê ji bo piştgiriya akademîk kampanyayekê bidin destpêkirin û got, “Em dikarin li ser înternetê têkiliyê bi akademîsyenan deynin, projeyên xwe bi hev re par ve bikin û geştir bikin.”