Hewldana nû ya çareseriya bi riya diyalogê û rawestandina tundiyê ya ku ji alî nûnerê nû yê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibarahîmî tên kirin ew jî hêviyek mezin nade. Ji ber ku hin welatên piştgiriya muxalefeta çekdar dikin dê hewl bidin ku vê planê jî wekî ya Kofî Annan tê bibin û li gorî gelek çavdêrên siyasî madem ku piştgiriya çekdaran dibe dê tundî berdewam bike. Hikûmeta Sûriyeyê jî ji alî xwe ve dest nîşan dike ku heta komên çekdar hebin ew dê şerê xwe berdewam bikin.
Li gorî çavkaniyên çalakvanên Sûriyeyê roja duşemê di encama şer û pevçûnn di navbera artêşa rejîmê û ya azad de zêdeyî 130 kesî li deverên cuda hatine kuştin. Ji wan 30 kes di toperana balafirên artêşê yên li ser Bab a Helebê de hatine kuştin. Her wiha li gorî agahiyên nûçegihanê BBC li Cirmanaya Şamê dîsa wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin 2 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên ji herêmê hikûmetê di şerê xwe yê van rojan de bi balefirên şer û helîkopteran piştgiriyê dide êrîşên hêzên xwe yên bejayî.
Ji aliyekî din ve wezîrê ragihandinê yê Sûriyeyê Umran El Zûbî da xuyakirin ku dê her şerê wan ê li dijî çekdaran berdewam bike û hewldanên siyasî nayê wê wateyê kuş erê xwe yê li dijî komên çekdar û ‘Terorê’ rawestîne. El Zûbî di berdewamiya axaftina xwe de got ku serkeftina peywîra nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî girêdayî welatên ku destekê didin komên çekdar e. Li gorî El Zûbî heke welatên wekî Qeter, Tirkiye û Erebîstana Siûdiyê piştgiriya xwe ya ji bo çekdaran rawestînin û plana El Ibrahîmî destek bikin dê ev şer bi dawî bibe.
Hikûmeta Sûriyeyê ji demke dirêj ve Qeter û Erebîstana Siûdiyê bi alîkariya komên çekdar tewanbar dike û hikûmeta Tirkiyeyê jî sînorê xwe ji wan çekdaran re vekirî hiştiye hem derbasbûna wan a nava axa Sûriyeyê hesan dike, hem jî birîndarên wan derman dike û di kampên taybet de wan dihewîne û perwerde dike.
Li gorî agahiyên Reuterê jî hêzên dewletê piraniya bajarê Helebê dîsa xistiye bin kontrola xwe û cihê herî stratîjîk ango taxa Seyfuldewle jî bidest xistiye ew j îtê wateya ku kontrola hemû bajar vegerandiye destê xwe.
Hevdîtina bi Xaça Sor re
Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor ragehand ku serokê wê yê nû Peter Maurer, doh, li Şamê bi armanca hêsankirina karê rêxistinê bo gîhandina alîkariyên mirovî bo sivîlan, bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re civiya Berdevkê bi navê komîteya navnetewî ya Xaça Sor Hişam Hesen diyar kir ku civîna herdu aliyan 45 xulekan berdewam kir bê ku naveroka wê bê aşkera kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Xaça Sor berya niha ragehandibû ku serdana Maurer bi armanca çareserkirina rewşa aloz ya Sûriyeyê ye. Ji aliyê xwe Neteweyên Yekbuyî ragehandiye ku zêdetirî 1.2 milyon kes ji Sûriyeyê koçberî derve bûye, her wiha 230 hezar kes jî koçî her çar dewletên cîranê Sûriyeyê bûne.
Lijneya navnetewî teqez kir ku bi hevkarî digel Heyva Sor ya Erebî Sûrî sala borî karîne alîkariyê bidin 800 hezar kesan. Lijneya Xaça Sor got ku, Maurer wê di serdana xwe ya Sûriyeyê ji bilî Esed digel wezîrê derve û yê navxwe û yê tendirustiyê yê Sûriyeyê, her wiha bi wezîrê dewletê yê karûbarê lihevhatina niştimanî Elî heyder jî re dicive.
ŞAM