
Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, ji bo meşa 2'ê Kanûnê ya li bajarê Elmanyayê Stûttgartê banga beşdariyê kir.
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî dan û ji bo meşa 2'ê Kanûnê ya li Stûttgartê banga beşdariyê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkayên ji bo tinekirina Kurdan herî zêde di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû nirxên Kurdan, gel, jin û ciwanan tên kirin û hat gotin, "Hêza ku herî zêde vê dixe meriyetê jî dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber ku li pêşberî jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tengav bûye, vê yekê dike." Hat destnîşankirin ku weke Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ew nikarin tecrîdkirina Rêberê xwe qebûl bikin û hat gotin, "Rêber Apo ku rêberê neteweya demokratîk e ji bo me hinceta jiyanê ye. Em xemsariya Elmanya, Konseya Ewrûpa, Yekîtiya Ewrûpa û CPT'yê şermezar dikin û bang dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. 2'ê Kanûnê em bi navê 'Doh zû bû, sibe dereng e, îro dema serîhildana li dijî faşîzmê ye' li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dar dixin. Em bang li hemû ciwanên Kurd, jinên ciwan û tevahiya gelê xwe dikin ku di vê meşê de serî li ber faşîzmê hildin."
NAVENDA NÛÇEYAN