Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Gûîdo Raîmondî, ji bo bîlançoya salekê ya DMME aşkere bike, îro civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di dema nivîsê de, li ser pirsa ANF’ê Raîmondî li ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike axivî û ji dewletê xwest derhal tedbîrê werbigire. Raîmondî got, “Serlêdanên li ser bûyerên li rojhilatê Tirkiyeyê diqewimin, hatin qebûlkirin. Ji ber vê yekê em ji hikûmeta Tirk dixwazin ku ji bo mexdûr bigihêjin mafên xwe yên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de hatine destnîşankirin, derhal tedbîrê werbigire. Ji bo vê jî em heta sibe wextê didin Tirkiyeyê.”


Di bin berpirsiyariya Konseya Ewropayê de ye

Raîmondî bal kişand ser xala 46. a PMME û da zanîn ku bicihanîna biryarên DMME di bin berpirsyariya Komîteya Wezîrana Konseya Ewropayê de ye. Serokê DMME Gûîdo Raîmondî biryarên xwe yê tedbîrê yên heta niha girtine û berpirsyariya Dadgeha Destûra Bingehîn bibîr xist.

Raîmondî roja Sêşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtineke berfireh pêk anî bû.


Tirkiyeyê dîsa rekor şikand!

Tirkiye di sala 2015’an de bû welatê ku ji aliyê ‘binpêkirina azadiya ramanê’ ve ji aliyê DMME ve herî zêde hat mehkûmkirin.

DMME di 28 dozên par de biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di 10 ji van dozan de Tirkiye hat mehkûmkirin. Li gorî statîstîkên îro li Strasboûrgê hatin weşandin, bi 3 hezar 850 serlêdanan re Ûkrayna di rêza yekemîn de ye. Piştî vî welatî, bi 9 hezar 200 serlêdanan re Rûsya, bi 8 hezar 450 serlêdanan re Tirkiye, bi 7 hezar 550 serlêdanan re Îtalya, bi 4 hezar 600 serlêdanan re Macarîstan, bi 3 hezar 550 serlêdanan re Romanya û bi 2 hezar 150 serlêdanan re Gurcîstan di rêzên destpêkê de cih girtin.

Ji nava van jî herî zêde Tirkiye di warê binpêkirina mafê darizandina wekhev de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hat mehkûmkirin. DMME di vî warî de tam 20 biryar da.

Di mijara binpêkirina azadiya ramanê de Tirkiyeyê di rêza destpêkê de cih girt. Li Tirkiyeyê 29 rojnamevanên girtî û hikumxwar hene.

Tirkiyeyê têkildarî nemeşandina lêpirsîna têrker li ser binpêkirina mafê jiyanê 13 caran, di pêkanîna xerab de jî 11 caran ceza xwar. Di darizandina ne adîl de jî Tirkiyeyê 14 caran ceza xwar. 



HUSEYÎN ELMALI/ANF/STRASBOÛRG