
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de tecrîda li ser Ocalan, çalakiya xweşewitandinê ya Firat Îzgîn, êrişên AKP-Cemaet û çalakiyên kampanyaya “Ez li vir im” nirxand.
Tecrîda şidandî kete roja 142'emîn
KCK’ê diyar kir ku armanca wan a ji tecrîdê “teslîmgirtin û tunekirina Kurdên azad e” û wiha got; “Dewleta AKP’ê hemû zagonên neteweyî û navneteweyî bin pê dike, û 142 roj in ku tecrîd û îşkenceya psîkolojîk a li ser rêber Apo dimeşîne. Ev pêkanîn xwe naspêre tu exlaq û hiqûqan , wêneyê hemû dagirkeriya Tirkan a li ser xaka Kurdistanê ye.”
KCK’ê got; “Beriya pênç salan di encama referandûmekê de 3 milyon û nîv Kurdistanî Rêber Apo weke vîna xwe ya siyasî qebûl kirin. Di rastiyê de ev tecrîd û îşkenceya psîkolojîk li hemberî hemû gelê Kurd e. Armanca dewleta Tirk a ji vê pêkanînê teslîmgirtin û tunekirina Kurdê azad e. Ev pêkanînên ku tu qûral û sînoran nas nakin ên dewleta Tirk a dagirker, ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve jî hatine erêkirin. Pêşî DMME û CPT jî hevkarên vê tecrîdê ne û di rastiyê de siyaseteke navneteweyî ye. Ji ber wê jî divê gelê me yê li welêt û derveyê welêt dijîn, têkoşîna li hemberî van pêkanînên dagirker-faşîst ên ku tunekirinê dikin hedef, ji xwe re weke peywireke sereke bibînin.”
Ji bo malbata Îzgîn sersaxî
KCK’ê çalakiya xweşewitandinê ya ciwanê Kurd Firat Îzgîn (15) ê ji gundê Bahrava ya Mêrdînê li dar xist nirxand û ji bo malbata wî û hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê xwest. KCK’ê got; “Li hemberî van êrişên ku tu taybetmendiyên wê yên mirovahî û wijdanî tune ye, lê li hemberî Rêber Apo û gelê me pêk tên, ciwanên me ji sala 1998 ve bedena xwe dikin top û mertalên ji agir, ji van çalakiyan watedar û nirxdartir tune ne. Di sala dawiyê de ji Mustafa Malçokan dest pê kir û li qadên gel û gerîlayan bi giştî 7 kesên din agir berdan bedena xwe, di vê dema girîng de ciwanê Kurd Firat Îzgîn jî agir berda bedena xwe û bû yek ji xelekên vê zincîrê. Ciwanê Kurd Firat Îzgîn li gundek ê Midyadê agir berda bedena xwe ya ciwan û bi vê çalakiyê peyameke pir xurt da dagirker û nokerên wan. Ev yek di heman demê de hişyariyek ji ciwanên Kurd bo dewleta Tirk bû. Ligel vê jî ji bo hemû gelê welatparêz û ciwanên Kurdistanê bangawaziyek bû. Divê her kes vê peyama ciwanê Kurd a fedayane û dilsoziya wê ya bi gelê Kurd û Rêber Apo re baş fê bike. Bi vê çalakiya xwe nîşan daye ku wê li hemberî pêvajoyekê seknek fedayî çawa bê nîşandan. Ji ber wê em vê çalakiya ciwanê biçûk lê xwediyê dileke mezin silav dikin û ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.”
'Xwe ne şewitînin, beşdarî têkoşîna profesyonel bibin'
KCK’ê got; “Çalakiyên xweşewitandinê çalakiyeke protestoyî ye, lê ne çalakiyekê werçerxî ye. Divê demê de pêwîstî bi çalakiyên protestoyî yên wiha nîne. Di vê demê de pêwîstî bi çalakiyên ku bikaribin Sîstema Îmraliyê ji parçe bikin û xwedniyên sîstemê têk bibin, heye. Em bang li hemû ciwanên fedayî û leheng ên Kurdistanê dikin ku ne çalakiyên takekesî li dar bixin, têkoşîna profesyonel xurt bikin û tevil bibin.”
'Beşdarî kampanyayê bibin'
KCK’ê bal kişand ku ser mitîng û çalakiyên kampanyaya “Ez li vir im- li vîna xwe xwedî derdikevim” ya bi pêşengiya BDP’ê tê lidarxistin ji bo pêkanînên faşîzan ên hevgirtina AKP-Gulen bersiveke xurt e û diyar kir ku divê piştî Stenbol, Amed, Êlih, li Şirnex, Mêrdîn û hemû Kurdistanê tevlîbûneke xurt çê bibe..
Senaryoyên AKP-Cemaetê dê têk biçin
KCK’ê bal kişand ku rejîma AKP’ê bi awayeke aktîf, şerê psîkolojîk dimeşîne û hewl dide ku tevgera azadiya gelê Kurd weke ku bin ketiye nîşan bide. KCK’ê got; “Ev derew û senaryoyên ku xwe dispêrin koalîsyona AKP-Cemaetê wê bêne berovajîkirin û mehkûmê binketinê ne.”
Girtina Roj TV û hiqûqa kapîtalîst
KCK’ê bal kişand ser doza Roj TV’yê jî û bi bîr xist êdî doz gihiştiye asta biryardanê. KCK’ê got; “Ger biryareke nerênî, ango ji bo girtina ROJ TV’yê bê dayîn, ev tê wateya bidawîbûna hiqûqa kapîtalîsta modernîteyê. Ji ber ku wê bi vê dozê aşkere bibe ka li gorî hiqûq, dad û azadiya ramanê tevdigere, an jî li gorî berjewendiyên siyasî-aborî, yên li pişt deriyên girtî û qirêj, tevdigere.”
Banga têkoşîna bi bandor
KCK’ê di daxiyê de ev bangawazî kir; “Divê hemû gelê me li hemberî êrişên topyekun ên hikûmeta AKP-Gulen ên li hemberî Rêber Apo û gelê me pêk tînin, li ser xeta fedayî ya Rêbertiyê û bangawaziya ciwanên Kurd ên ku bedena xwe ji bo civakê didin topa ji agir, bi awayeke xurtir beşdarî têkoşînê bibin. Em bang li hembû gelê xwe dikin ku tevlî hemleya ji aliyê tevgera jinên Kurd ve ji bo aazadiya Rêber Apo û têkoşînê daye destpêkirin bibin û xwedî lê derbikevin. Divê pêşî ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkoşînê rêxistinbûn hebe û divê bi awayeke herî xurt beşdarî vê hemleya me ya ku berdewama hemleya me ya“Êdî Bes e!” ya dîrokî ye bibin. Li ser vî esasî, pêşî jin û ciwanên Kurdistanê, em bang li hembû gelê Kurdistanê dkin ku van kêmasiyên heta niha bibînin, vana bi awayeke lezgîn derbas biikin û bi awayeke xurt amadekariya çalakiyan bikin û bixin meriyetê.”
ANF/BEHDÎNAN