
Têkoşîna hevbeş
Nûnerê OSP’ê yê Amedê Azîz Mahmut Ak, anî ziman ku bi operasyonên li ser navê “KCK’ê” tê lidarxistin tê armanckirin ku rêxistinbûn û yekitiya Kurdan belav bike. Ak, da zanîn ku ev operasyonên wekî qirkirina siyasî bi nav dikin di heman demê de li dijî xwe û hemû gelê Kurd dibînin. Ak, destnîşan kir ku hikûmeta îxtîdar naxwaze kes li hemberî wê derkeve û mudaxale dike. Ak, bang li gelê Kurd kir û xwest bertek û helwesta xwe ya hestyarî bikin tekoşîna hevpar û wiha got: “Em bi partiyên KADEP, HAKPAR, TDŞK re hatin cem hev. Em dê helwesta xwe ya li dijî operasyonan aşkere bikin. Em dê piştgiriyê bindin BDP’ê. Pêwist be em dê biçin li avahiyên BDP’ê karê wan bikin.”
Li hemberî Kurdan operasyon
Cîgirê Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Umît Tektaş, jî anî ziman ku pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ber bi çareeriyê de diçe û ji ber vê yekê kesên naxwazin pirsgirêk çareser bibe li dijî hemû gelê Kurd operasyonên bi vî rengî pêk tînin. Tektaş, anî ziman ku gelê Kurd dê li 4 perçeyan têkoşîna nasname û statuyê bidin û opersyonên li ser navê “KCK’ê “ pêk tên şermezar kir. Tektaş, xwest dewlet û hikûmet dest ji rêbaza 30 salan a tundiyê berde û bi gelê Kurd re muzakereyê pêk bîne.
Kurdan îlegal dikin
Nûnerê Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd (TDŞK) ê Amedê Îmam Taşçier jî anî ziman ku operasyonên li dijî partî û dezgehên Kurdan pêk tên her ku diçe firehtir dibe û wiha got. “Dixwazin partiyên Kurd îlegal bikin. Ji ber ku dixwazin Kurdan li dervê siyasetê bihêlin em partî û dezgehên wekî TDŞK, KADEP, HAKPAR û OSP hatin cem hev. Em li ser rê û rêbazên çareseriyê axivîn. Ji bo yekitî û piştgiriyê çi pêwist be em dê bikin. Em van operasyonên pêk tên li dijî hemû gelê Kurd dibînin. Em dê piştgiriyê bidin kampanya BDP’ê. Hewce be em dê nobteta sembolîk bigirin.”
SERTAÇ KAYAR - DÎHA/ AMED