
Konseya Rêveber a Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, kengî li cihekî dergehek xêrê ji bo Kurdan vedibe, dewleta Tirk dîn û har dibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk xistiye serê xwe ku divê Kurd nebin xwedî maf û statu. Eger li beşeke Kurdistanê pêk hatibe jî divê bê xerakirin. Ev heqîqeta TC ye. Ji nîveka dilê we li dijî Kurdan e, li dijî Kurdistanê ye.”
KNK’ê bal kişand ser statuya li Başûrê Kurdistanê û got, “Ev statu jî ne li gorî dilê TC ye. Nikare hilweşîne, lê têkvedanê dike, fitne û fesadiyê dike, dagirkeriyê dike, leşkerê xwe bi hezar hîle, dek û dolaban li navçeyên Kurdistanê bi cih dike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, ku statuya li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye bûye kabûsa Komara Tirkiyeyê û got; “Ji xwe li Bakurê Kurdistanê dijminahiyeke bê sînor, kuştin û kuştdariyeke xedar dike.”
‘Ji serkeftina Kurdan a li dij DAIŞ’ê bêzar e’
KNK’ê işaret bi têkoşîna xurt a Kurdan a li dijî DAIŞ’ê kir û ragihand, di encama vê têkoşînê de li eniya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Kurdan her diçe dor li DAIŞ’ê teng dibe. Li başûrê Kurdistanê jî herw isa. Piştî rizgariya Şengalê ji bin destê DAIŞê, niha jî Kurd û tifaqdarên wan yên navneteweyî ber bi rizgariya Mûsilê ve di nav bizaveke xurt a leşkerî de ne. Ji aliyê Mûsilê heta milê Efrînê Kurd li du eniyan dijî DAIŞ’ê roleke pêşeng û esasî dileyizin û bedelekî giran jî didin. Helbet encama vê rola bingehîn wê hebe û ev e jî qazanca Kurdan e. TC tehemula vê rastiya encama şerî nake û lewma jî bi êrîşkariyê dixwaze prosesa di lehê Kurdan de li Rojhilata Navîn vegerîne eleyhê Kurdan.”
‘Li dijî Kurdan eniyên şer vekirin‘
Konseya Reveber a KNK’ê da zanîn, ku gelên Iraqê û Sûriyeyê, TC’ê naxwazin û dizanin ku hebûna wan di van navçeyan de ne ji bo xêrê ye, ji bo şer, fitne û dagirkeriyê ye.
KNK’ê da xuyakirin, ku dewleat Tirk li Başûrê Kurdistanê ji Başîka, li Rojavayê Kurdistanê jî ji Cerablûsê bi rengekî eşkere eniyeke şer li dijî Kurdan vekiriye û got, “Yek armanca vê heye. Ew jÎ rê li ber girtina pêşketin û serketina Kurdan e.”
KNK’ê bal kişand ser bomberdûmana artêşa Tirk a li Efrîn û Şehbayê tê kirin û wiha dewam kir: “Komara Tirkiyeyê (TC) di rewşa heyî de ji du eniyan ve, ji Mûsil û Efrînê ve li dijî Kurdan di nava têkvedan, xirabkerî û şer de ye. Divê ev ji aliyê hemû Kurdan ve bi zelalî bê dîtin. Şik tê de nîne ku ji vê êrîşkariya TC’ê wekî dewleteke dagirker a Kurdistanê Îranjî razî ye, hikûmetên Bexda û Şamê jî di dijminahiya TC’ê ya li ser Kurdan de bi bêdengî hevniyet in.”
Daxwaza avakirina eniya Kurd
Di daxuyaniya KNK’ê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe şerekî xedar li dijî Kurdan dimeşîne ku Kurd negihêjin maf û statuya xwe û got, “Bomberdûmana li Rojavayê Kurdistanê, têkvedan û fitnekariya li Başûrê Kurdistanê divê baş bê xwendin û di serî de li dijî TC’ê û hemû hewl û bizavên dagirkeran di eniyeke berfireh a Kurd û Kurdistanî de berxwedan û têkoşîneke xurt divê bê dan ji aliyê hemû Kurdan ve.”
Daxuyanî bi vî rengî qediya: “KNK bi hişyariyeke bilind a neteweyî û niştimanî û bi girîngî hawarê dike ku Kurd û Kurdistanî mil bi milê hev di eniya parastina Kurdistanê da tifaqê bikin.
KNK her wisa bangî dinyaya demokratîk jî dike ku rola Kurdan a di guhertin û demokratîkkirina Rojhilata Navîn de bi başî bibînin, nekevine nav hesabên biçûk ên digel dewletên wekî TC, Îran û tifaqdarên wan û bêyî dudilî hevkar û piştevanê Kurd û Kurdistaniyan bin ku Rojhilata Navîn ji vê belaya kevneperstî û paşverûtiya islama cihadîst û rejimên dîktatorî û kolonyalîst bê rizgar kirin.”
Ji KONGRA GEL banga seferberiyê
Hevserokatiya KONGRA GEL, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî ku Bendava Şehbayê û hin gundên li bakurê Helebê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, balafifrên şer ên Tirk bombe li van gundên ku sivîl lê dijîn, barandin. Gelek sivîl û şervanên azadiyê yên bi lehengî li dijî DAIŞ’ê şer dikirin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.”
Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin, ku bêdengiya DYA û Rûsyayê ya li pêşberî vê bomberdûmana balafirên şer ên Tirk nîşan dide, di berdêla hin daxwazan û encama hin bazariyan de ev êrîş hatine erêkirin.
KONGRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li kantona Efrînê dike, em bang li gelê xwe dikin ku li hundir û derveyî welat dakevin qadan û têkoşînê geş bike. Ji bo têkbirina faşîzma Erdogan a dixwaze destketiyên gelê me biqedîne, em bang li gel û dostên xwe dikin, ku seferber bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN