KCK’ê têkildarî salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek da û diyar kir ku tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku di vê salvegera qirkirin û komkujiya Dêrsimê de, li ser esasê serketinê, bi awayekî xurt û mezin têbikoşin.”
KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê bibin parçeyekî girîng ê vê têkoşînê û wiha got: “Di serî de Dêrsim û hemû gelê me, divê van rastiyan bibînin û hilbijartinan wek qonaxeke girîng a mayînde û bi kok a têkoşînê bibînin, peywirê bigirin ser xwe. Em bang li hemû kesên ku li aliyê azadî, demokrasî û aştiyê ne, dikin ku di vê salvegera qirkirin û komkujiya Dêrsimê de li ser esasê serketinê bi awayekî xurt û mezin têbikoşin.”
PKK'ê dersên mezin derxistin
KCK’ê da zanîn ku PKK’ê, bidawîkirina rastiya qirkirin û komkujiyên ku mêtingeriyê li Kurdistanê pêk anîne û afirandina pêşeroja azad a gelê me, wek ferza dîroka berxwedana Kurdistan û berdewama wê dîtiye û wiha hat gotin: “Ji şikandina têkoşîna berxwedana Dêrsimê û şehadeta Seyîd Riza, Elîşêr, Zerîfe, Besê û Şahan Axa jî dersên mezin hatine derxistin. Bi zanebûna ku têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin her tim di bin rîska mezin de ye, têkoşîna herî mezin li dijî îxanetê meşandiye. Lê hîna jî aşkera ye ku rîskên mezin hene û têkoşînek mezin ferz e. Dewleta Tirk, di şexsê hikûmeta AKP’ê de hîna polîtîkayên înkar û redê didomîne. Di serî de Dêrsimî û Elewî, hemû çepgir, sosyalîst-şoreşger, ronakbîr û gelê me divê bizane ku, ger derfet bê dayîn, hîna zemîna komkujî û qirkirinên nû nehatine ziwakirin.
Tinekirina tevayî pêkanîn û zemîna zîhniyeta komkujer û qirker, têkoşîna ji bo mayîndekirina pêşerojeke azad û demokratîk hîna peywira herî sereke ye.
ANF/BEHDÎNAN