Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) diyar kir ku di 25'ê Gulanê de wê li Almanyayê sê hilbijartin werin lidiarxistin û bang li hilbijêrên Kurd kir ku biçin ser sindoqan û tercîha xwe ji bo namzetên Kurdan bikar bînin.  Li Almanya Federal wê di 25'ê Gulanê de hilbijartina Parlamenta Ewropayê, hilbijartinê Meclîsa Şaredariyê û Hlibijartina Meclîsa Ahengiyê (Integrationsratswahl) werin kirin. Hevseroka YEK-KOM'ê Hamîde Akbayir da xuyakirin ku ev hilbijartin, ji bo koçber vîna xwe di sindoqan de diyar bike, xwedî cihekî girîng in.

Akbayir bal kişand ser girîngiya hilbijartinan ji bo Kurdan û got, "Di 25'ê Gulanê de 3 cûreyên hilbijartinê li benda Kurdan e. Haya me jê heye ku li hin herêmên cuda Kurd jî namzet in. Ji ber vê yekê em weke YEK-KOM li bendê ne ku namzetên Kurd bên destekkirin. Heta niha Kurdan herî zêde di hilbijartinan de tercîha xwe ji Partiya Çep (Die Linke) dikirin. Lê em dibînin ku di asta heyî de ji partiyên cuda namzetên Kurd hene. Ji niha û pê ve, bêyî cihêkariyê bixin navberê, çi partî çi jî namzet eger li herêmê ji aliyê gel û saziyên me ve tên naskirin û xebatên wan tên zanîn, divê tercîh ji bo wan were bikarînin."


Divê vîna Kurd bê nîşandan
Akbayir ragihand ku li Almanyayê nifûseke mezin a Kurdan heye ku welatîbûna Alman bi dest xistine û diyar kir ku di nava nifûsa Kurd a li Almanya de hînê vîneke baş a hilbijartinê neafiriye. Akbayir anî ziman ku li gel Kurd yek ji gelên herî rêxistinbûyî yê Almanyayê ye jî, di nîşandana vîna xwe ya di hilbijartinan de hînê kêmasiyan dijî û da zanîn ku di dema dawî de li ser bangên YEK-KOM'ê eleqe ji hilbijartinan re zêde bûye. Akbayir hilbijartinên eyaleta NRW yên 2010'an û hilbijartinên giştî yên Almanya Federal ên 2013'an ji bo vê mînak nîşan da û bibîr xist ku namzetên YEK-KOM'ê ew û Alî Atalan di sala 2010'an de ketina Parlamenta Eyaleta NRW.
Akbayir got, "Di asta heyî de em dibînin ku haya Kurdan ji siyaseta herêmî ya li bajarên lê dijîn heye. Gelek hevalên me yên Kurd di partiyên cuda de endam in û di xebatên rêveberiyê de cih digirin. Weke civakeke siyasî pêwîste Kurd li dewletên lê dijîn êdî karibe vîna xwe nîşan bide û bi cihgirtina li nava partiyan re li çareseriyên ji bo pirsgirêkên xwe bigerin." Akbayir bang li hilbijêrên Kurd kir ku di 25'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û vîna xwe diyar bike.

BERLÎN