Menan Ehemd (70) hestên xwe yên Kurdwarî bi helbest û şêwesaziya xwe vedibêje. Ehmed ku piraniya dema xwe li Navenda Çand û Hunera Efrînê derbas dike,  roleke pêşeng dilîze.

Hunermend Menan Ehmed ê ku bi navê Cengvan tê naskirin, di sala 1945’an de li Efrînê ji dayîk bûye. Ji ber rewşa aborî di ciwaniya xwe de tevî malbata xwe koçî Helebê kiriye û piraniya jiyana xwe li wir derbas kiriye. Cengvan dibistana bilind beşa şêwesaziyê qedandiye û dest bi şêwesaziyê kiriye.

Cengvan di ciwaniya xwe de helbestvan Cigerxwîn dibîne û pê bi bandor dibe, lewre jî dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Di wê demê de lêgerîna wî derbarê helbesta Kurdî de çêdibe û pirtûkên helbestê yên Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Seydayê Tîrêj û gelek helbestvanên din xwendine û fêrî nivîsa helbestê bûye. Piştre jî gelek helbestên ku êşa gelê Kurd û têkiliya wî ya bi xwezayê re vedibêje nîvisandine. Ji ber vê yekê rastî zilm û zora hêzên rêjîmê hatiye.


'Ceng û Evîn' bi dizî çap kiriye

Cengvan li ser Kurd û Kurdistanê gelek helbest nivîsandine û di encamê de dîwaneke bi navê  ”Ceng û Evîn” nivîsandiye û bi dizî çap kiriye. Ji ber siyaseta înkarê ya rêjîma Baas dîwana xwe li Heleb û Efrînê bi awayekî dizî di nava gel de belav kirin û alîkariya gelek ciwanên ku helbestan dinivîsin kiriye, pişgiriya wan kiriye. Piştî şoreşa Rojava jî dîwaneke helbestê nivîsandiye û li benda çapkirinê ye.

Cengvan di nivîsandina helbestan de sînordar nemaye û gelek karê şêwesaziyê kiriye,  gelek resimên ku di nava xwe de xwezaya Efrînê diyar dike çêkirine. 

Di pêngava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe di nava xebatan de girtiye û wekî endamê rêveber di Navenda Çand û Hunerê de cihê xwe digire. Tevî temenê xwe yê mezin jî, ji bo pêşxistina hunerê têdikoşe û di nava rojê de piraniya dema xwe li navenda çandê ya Efîrnê re derbas dike. Di her demê de alîkariya ciwanan dike û bi şîret û nerînên xwe xebatên çandî yên navendê dewlemend dike.

Derbarê xebatên xwe de helbestvan û şêwekar Cengvan dibêje ku ew niha pir kêfxweşe ku bi azad kar û xebatan dike û bang li hemû şêwekar û nivîskarên Kurd ên koçberbûne kir ku vegerin welatê xwe û di pêşxistina çand û hunera xwe de cih bigirin.


DILYAR CEZÎRÎ/ANHA/EFRÎN