Berdevkê Meclîsa Avakar a Şengalê Xidir Salih piştî komkujiya Şengalê çûyîna Kurdên Êzîdî ber bi Ewropa ve, rexne kir û got: “Divê gelê me yê koçberbûyî vegere ser axa xwe û di nava berxwedana Şengalê de cih bigire.”

Xidir Salih destnîşan kir ku di nava 11 mehên borî de welatiyên Êzîdî yên li Çiyayê Şengalê tevî hemû mercên dijwar û êrîşên çeteyan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bang li hemû Kurdên Êzîdî kir yên koçberî bakûrê Kurdistanê û navçeyên din ên Başûrê bûne da ku vegerin ser axa xwe û beşdarî berxwedana Şengalê bibin.


 Derbasî pêngava xwe parastinê bûne

Xidir Salih diyar kir ku berxwedana gelê Êzîdî ya ku 11 meh e li Çiyayê Şengalê didin meşandin û her wiha parlemana Ewrûpa bi rêya bipêşxistina hevdîtinên fermî piştgiriya xwe pêşkêşî wan kiriye. Xidir Salih wiha axivî: “Eger vegerin Şengalê û xwe bi rêxistin bikin û vîna xwe derbixin holê, wê careke din rastî komkujiyan neyên. Em dikarin xwe biparêzin. Jixwe em niha derbasî pêngava xweparastinê bûne. Ji ber ku YBŞ/YPJ Şengal di pêngava parastinê de ne. Ji bo xwe birêvebirinê, Meclîsa Avaker a Şengalê hat avakirin. Gelê me yê ji derveyî Şengalê bila tiştên li Şengalê pêk hatine, biçûk nebînin. Heta, bila di ferqa vê yekê de bin ku ev yek ne siberoja me ye. Heta niha şandeke me ya dîplomasiyê ji aliyê Parlemana Ewropayê ve hatiye vexwedin û niha li Ewropayê ye. Ev yek berhemê berxwedanê ye. Divê ev tişt bi çavekî biçûk neyên dîtin. Tevî hemû êrîşên çeteyan û zoriyan ji me meclîsa xwe ava kir.”

 

Vînek mezin derket holê

Salih destnîşan kir ku di nava 11 mehan de gelê Êzîdî ji 7 salî heta 70 salî bi rexmê hemû şert û mercên dijwar li Çiyayê Şengalê berxwedaneke bêhempa nîşan dane û wiha pê de çû: “ Divê yên ku neçarî koçberiya ber bi derve ve tên kirin, vegerin ser axa xwe. Ji ber ku derbûyîn, mirov li ser axa jiyînê, ji dîroka xwe û baweriya xwe dûr dixe. Lê dema mirov li ser axa xwe bi bawerî û dîroka xwe jiya, mirov dikare azad bijî. Bi vê, vîneke mezin derdikeve holê û hêzeke mezin a parastinê pêk tê. Bi vê hêza vînê em hem dikarin gelê Kurd li hemberî êrîşan û hem ji baweriya xwe bi parêzin. Em bi rê û rêbazên demokrasiyê û bi felsefeya Êzîdîtiyê dikarin gelê xwe biparêzin. Li gel vê yekê di bingehê baweriya Êzîdatiyê de maf û edalet heye.”

 

‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’

Berdevkê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih bang li welatiyên Êzîdî yên bi koçberkirina ber bi derve ve neçar tên hiştin kir ku vegerin ser axa xwe û got: “Eger li ser axa xwe nejîn hem di warê dîrokê û hem ji di warê baweriyê de wê gelek ziyan li wan bibin. Her wiha rastiyeke gelê me ya din jî heye li hemberî gelek komkujiyan li ber xwe daye. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê Şengalê yên 3’ê Tebaxê de neçar man koçber bibin, vegerin ser axa xwe û piştgiriyê bidin berxwedana Şengalê.”


BAHOZ AMED / ŞENGAL/ROJNEWS




20 şervanên nû tevlî YBŞ’ê bûn 


Li Şengalê 20 şervanên dewreya Şehîd Rênas a Akademiya Derwêşê Evdî ya li çiyayê Şengalê qedandin, tevlî YBŞ’ê bûn. Di merasîma beşdarbûnê de ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Şengal û gelek şervanên YBŞ/YPJ Şengalê jî beşdar bûn.

 Piştî merasîmê, ji fermandarên YBŞ’ê Dijwar Şengal axivî û wiha got: “Hevalên hêja we ev perwerde di demek dîrokî de qedand. Di demek ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin destkeftiyên gelê me ji destê wan derbixin û axa me dagir bike de, we ev dewre bi dawî kir. Em dibînin îro YBŞ vîna berî 33 salan a li girtîgeha Amedê nîşan dide. Ji bo vê armancê û ji bo azadiya gelê me, şehîdên me çêbûn. Em bawer dikin hûnê jî meşaleya şehîdên me li ser milê xwe bilind bikin. Ji niha de serkeftinê ji we re dixwazim.”