Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di qonaxeke girîng de derbaz dibe û wiha hat gotin: “Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ku bandoreke mezin li ser gelên Rojhilata Navîn dike, hêviyên aştî û biratiyê şîn dike. Li dora vê têkoşîna ku her diçe berfirehtir dibe, pêvajoyeke hevpar tê jiyan kirin. Zemîna çemka têkoşîna nû tê afirandin. Gelên ku bi salane bi tunebûnê re rû bir û hatine hiştin, jinên ku bi qirkirinê re rû bi rûne, aliyên civakê yên baweriyên cûda, niha di nava kelecan û zîndibûneke nû de ne. Dem demeke têkoşîn û guherîneke berfirehe.”
Banga hestyariyê
PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku, pêvajoya çareseriyê hêj krîtîke û got, ji bo ev di zemîneke baş de bê runiştandin divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û wiha hat gotin: “Divê li gorî karekterê pêvajoyê pêngavên samîmî û erênî bên avêtin. Di vê çarçoveyê de dema geşedan û bûyerên dawî bên cem hev, hem zimanê ku AKP bikar tîne û hem jî pêkanînên wan berpirsyarî û ruhê pêvajoyê dide xuyakirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, li gel pêvajoya Agirbestê, ku di dema vekişîna HPG’ê de, bi hevkariya cerdevanan opersyon tên destpêkirin, hejmara cerdevanan tê zêdekirin, qerekol û girtîgehên nû tên çêkirin û hinek pêkanînên din pêvajoyê dixetimîne.
Pêkanînên faşîzan
PAJK’ê balkişand ser zextên liser girtîgehan û bi taybet jî pêkanînên dijmirovahî yên li ser girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê û got: “Ev pêkanîn fikaran zêde dike. girtiyan bi kelepçe dibin cem doktor, tazî dikin û îşkencê lê dikin. Lê dixin. Di bin navê cezayê dîsîplînê de pêkanînên faşîzan pêk tînin. 21 hevalên me ligel pêvajoya çareseriyê ev 30 roj zêde ye di greva dorneveger de ne. Hêj 2 hezar kes di bin şert û mercên dijwar yên zindanan de ne.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û înîsiyatîfên demokratîk û her kesên li alîgirê aştiyê ne hat kirin ku, xwedî li berxwedana gireva birçîbûnê ya girtiyan derkevin û helweseta demokratîk bilind bikin.
ANF/BEHDÎNAN
Avê nadin girtiyan
Girtîyê bi navê Mustafa Actay ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtiye diyar kir ku rayedarên girtîgehê li dijî ruhê pêvajoyê tev digerin û avê bi teqsîdan didin wan. Actay, der barê pêkaninên li girtîgehê nameyek ji DÎHA'yê re şand û wiha got: "Rayedarên girtîgehê li ser girtiyên girtîgehê pêkanînên keyfî dike. Girtînameya hêjmar 45/1 a Wezareta Dadê li ber çavan nayê girtin. Li dijî ruhê pêvajoyê tev digerin. Dibêjin mafên mirovan ê herî pîroz av e. Lê avê jî nadin me. Nêzî mehek e bi rêk pêk avê nadin me. Em nikarin serê xwe bişon. Hefteyê 1-2 saetan avê didin me. Hin caran em nikarin biçin lawaboyê. Actay, di berdewama nameyê de anî ziman ku ji ber nivîsa Rêberê Gelê Kurd rojnameya Ozgur Gundemê jî nadin wan û wiha got: "Piştî parastina Manîfestoya Şaristaniya Demokratik" hat çapkirin nêzî mehekê ye rojnameya Gundemê nadin me. Actay, da zanin ku dema ew îraz dikin jî hinceta biryara dadgehê nîşan dide û rojnameyê nadin wan. Rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku ew nigarin agahiyê bidin derve û pirs bê bersîv hiştin.
ENQERE